🔴NÛPEL – Pêvajoya civînên 5 rojan a DEM Partiyê ku bi civîna MYK’ê dest pê kiribû, bi civîna Meclîsa Partiyê (PM) bi dawî bû. Tê payîn ku encamnameya civînan sibê bi raya giştî re bê parvekirin.
Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi (Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan – DEM Parti), pêvajoya civînên xwe yên 5 rojan temam kir. Ev pêvajoya ku bi Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) dest pê kiribû, îro bi civîna Meclîsa Partiyê (PM) bi dawî bû.
Rojevên sereke: Pêvajoya aştiyê û krîzên herêmî
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civînan de gelek mijarên krîtîk ên rojevê hatine nirxandin. Sernavên sereke yên civînan ev bûn:
Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê: Rêziknameyên qanûnî yên ku tê payîn di çarçoveya aştiyê de li Meclîsê bên derxistin.
Krîza Rojhilata Navîn: Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de û bandorên vê rageşiyê li ser herêmê û Tirkiyeyê.
Xebatên 1’ê Gulanê: Plan û bernameyên xebatê yên ji bo Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê.
Sibê daxuyaniya çapemeniyê heye
DEM Parti, têkildarî naverok û encamên van civînên girîng, sibê civîneke çapemeniyê li dar bixe û daxuyaniyekê bide raya giştî. Tê payîn ku di daxuyaniyê de helwesta partiyê ya li ser geşedanên siyasî û herêmî bi berfirehî bê eşkere kirin.
/Çavkanî: MA/









