🔴NÛPEL – Ramazan Kiran ê ku 33 salan û Mehmet Nuri Tiryaki yê ku 30 salan di girtîgehê de bûn, piştî ku înfaza wan çend caran hatibû şewitandin, îro hatin berdan. Peyama wan a yekem a li ber deriyê girtîgehê kurt û bi wate bû: “Berxwedan jiyan e.”
Înfaza Wan Hatibû Paşxistin
Ramazan Kiran ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê de dihat girtin, tevî ku cezayê wî qediya bû jî, bi hinceta “poşman nexuya ye” û “ji rêxistinê veneqetiya ye” înfaza wî 4 caran ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve hatibû astengkirin. Kıran piştî 33 salan, di encama biryara îro ya lijneyê de azad bû.
Her wiha Mehmet Nuri Tiryaki yê ku di Girtîgeha Yozgatê ya Hejmar 1’ê de dihat girtin, înfaza wî jî 9 mehan hatibû paşxistin. Tiryaki jî piştî 30 salan îro bi biryara lijneyê hate berdan.
Bi Kêfxweşî Hatin Pêşwazîkirin
Kıran û Tiryaki li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbatên xwe û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÖHD) ya Şaxa Enqereyê ve bi kêfxweşiyeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Peyama ‘Berxwedanê’
Girtiyên azad bûyî di daxuyaniyên xwe yên pêşîn de bal kişandin ser berxwedana salan:
Ramazan Kıran: “Piştî 33 salan em ji girtîgehê derketin. Tiştekî ku ez bi dirêjî qala bikim nîne. Ez hemû gelê me bi ser û çavan silav dikim û hembêz dikim.”
Mehmet Nuri Tiryaki: “Berxwedan jiyan e. Ez tenê vê bibêjim bes e.”
Her du girtiyên ku bi dehan salên xwe li pişt dîwaran hiştin, piştî hevdîtina bi malbatên xwe re ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin.
/Çavkanî: MA/










