Daxwaza edaletê ya ji bo Komkujiya Dersîmê mezin dibe: Li Mainzê banga hesabpirsînê

Nûçe

🔴NÛPEL – Di salvegera 89’an a Komkujiya Dersîmê ya 1937-38’an de, ji bo bernameya bîranînê ya ku dê li Mainzê bê lidarxistin bang hate kirin. Saziyên Elewî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji bo bîranîna qurbaniyan û bilindkirina daxwaza edaletê, banga beşdariyeke xurt kirin.

Her çend di ser Komkujiya Dersîmê ya 1937-38’an re 89 sal derbas bûne jî, êş hîn neqediyane û daxwaza edaletê her roj bi dengekî bilindtir tê ziman. Tevgera “Tenkil, Tedip û Tehcir” (Tunekirin, Terbiyekirin û Koçberkirin) ku di 4’ê Gulana 1937’an de bi biryara Lijneya Wezîran hatibû destpêkirin, li Dersîmê veguherî wêraniyek mezin û tawaneke li dijî mirovahiyê. Herêm, tevî hemû hebûnên xwe yên zîndî û nezîndî, hat şewitandin û rûxandin.

Ji bo Dersîmiyan ev dîrok wekî “Roja Reş” û “Roza Şaye” tê bi nav kirin. Bi deh hezaran mirov bêyî ku ferq û cudahî bikeve navbera zarok, jin û pîran, hatin qetilkirin. Bi deh hezaran mirov bi zorê hatin koçberkirin, bi sedan zarok dan sêwîxaneyan û bi sedan keçên ciwan mîna xelata şer birin cihên dûr û nenas.

Qîrîna Dersîmê carinan di çemên Mûzirî û Xarçîkê de hat xeniqandin, carinan jî nekarî ji çiyayên asê derbas bibe û dengê xwe bigihîne cîhanê. Cîhanê wê rojê jî, îro jî li hemberî komkujiya Dersîmê bêdeng ma û dengê mazluman nebihîst.

LI MAINZÊ BANGA BÎRANÎNA HEVPAR

Saziyên Dersîm û Elewiyan û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ku hatin cem hev, dê di 2’yê Gulana 2026’an roja Şemiyê, saet di 14.30’an de li Stadttheater Mainzê, canên ku li Dersîmê hatine qetilkirin bi hev re bi bîr bînin.

Di banga ku ji bo hemû alîgirên demokrasî û mafên mirovî hat kirin de, hat xwestin ku ji bo şermezarkirina vê tawana li dijî mirovahiyê, ji bo hesabpirsînê û ji bo rêzgirtina li ber bîranîna qurbaniyan, beşdariyeke xurt li Mainzê pêk were.

Di bangê de hat destnîşankirin ku bila her kes bi niyaz û çirayên xwe werin û bi hev re bibin qîrîna Dersîmê.

PIŞTGIRIYEK FIREH Û ÎRADEYA HEVPAR

Ev çalakiya bîranînê ji aliyê van saziyan ve tê organîzekirin û piştgirîkirin:

Federasyona Yekîtiya Elewiyên Almanyayê (AABF), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Dersîmê yên Ewropayê (ADEF), Kongreya Avakirina Dersîmê (DİK), Yekîtiya Jinên Elewî yên Almanyayê (AABK), Cemxaneya Mainzê, Komeleya Bazarcixê ya Mainzê, Cemxaneya Gustavsburgê, Federasyona Karkerên ji Tirkiyeyê li Almanyayê (ATİF), Federasyona Karkerên Koçber li Almanyayê (AGİF), Cemxaneya Koblenzê, Cemxaneya Pirsultan Abdal – Alzey, Dersîm Kulturverein Rhein-Main e.V, Komeleya li Dijî Komkujiya Dersîm 38, Navenda Çanda Elewî ya Frankfurtê, AKM a Bad Homburgê, AKM a Hochtaunusê, Dersim Spor-Rüsselsheim, Navenda Civaka Kurd-Mainz û Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan a Stuttgartê.

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Îsraîl: Birazî û Sekreterê Naîm Qasim, Elî Yûsif Herşî Hat Kuştin
Piştî 23 Salan: Hewlên Vejandina Rejîma Baasê û Metirsiya Vegera Serdema bi Xwîn

Nûçeyên Sereke