Hatimogullari: ‘Em dixwazin mala Ocalan bibe muze’

Nûçe

🔴Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, piştî hevdîtina bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re, derbarê veguherandina mala Abdullah Ocalan a li Amarayê bo muze de axivî û got: “Em gelekî dixwazin ku mala wî ya lê ji dayik bûye bibe muze. Ger bibe, dê pir baş bibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, îro li Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) serdana Hevserokên Giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan kir. Di hevdîtina ku nêzî du saetan dom kir de, geşedanên herêmî û lêgerînên ji bo çareseriya pirsên Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.

‘Hewldan Ji Bo Muzeyê Hene’

Piştî hevdîtinê, di civîna çapemeniyê de Tulay Hatimogullari bersiva pirsên derbarê îdîayên “avakirina xaniyekî nû li Îmraliyê” û “muzekirina mala Abdullah Ocalan a li gundê Amara yê Rihayê” da. Hatimoğulları destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin vê ramanê û wiha got:

“Bêguman em dixwazin mala ku Birêz Öcalan lê ji dayik bûye bibe muze. Ger tiştekî wiha çêbibe, dê gelekî baş bibe. Di vî warî de hin hewldan jî hene. Ya girîng ew e ku ev pêvajo ber bi aştiyeke mayînde ve biçe.”

‘Divê Gavên Bilez Bêne Avêtin’

Hatimogullari bal kişand ser girîngiya vekirina kanalên ragihandinê û diyar kir ku ji bo aştiyê ev yek krîtîk e. Hatimogullari got:

“Di vê mijarê de hîn gaveke berçav nehatiye avêtin. Lê belê, vekirina kanalên pêwendiyê û diyarkirina statuyê, dê ji bo mayîndebûna aştiyê li ser vê xakê bibe alîkariyeke pir mezin.”

Van jî bibîne

 

IMF: Şerê li Rojhilata Navîn Dê Aboriya Cîhanê Hêdî Bike û Enflasyonê Berz Bike
Platforma Demokrasiyê: Tirkiye di warê edaletê de xitimiye

Nûçeyên Sereke