Li Enqereyê konferansên Platforma Demokrasiyê dest pê kirin. Di konferansê de serokên berê yên saziyên bilind, wezîr, parlamenter û rewşenbîran rewşa demokrasiyê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê gotûbêj kir.
Platforma Demokrasiyê sala 2020an hatiye damezirandin û piraniya endamên wê berpirsên berê ne.
“Biryarên Dadgeha Ewropayê nayên pêkanîn”
Serokê berê yê Dadgeha Destûrê Haşim Kiliç, di daxuyaniya ji bo Rûdawê de rexne li desteya niha ya dadgehê girtin.
Kiliç diyar kir ku biryarên Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nayên pêkanîn.
Wî wekî mînak biryara berdana Selahattîn Demîrtaş nîşan da û got, “Dadgeha Destûrê mixabin biryarên DMMEyê bi cih nîne, ev yek dibe sedema nerazîbûnên mezin.”
Pêvajoya aştiyê gelekî hêdî dimeşe
Beşdarên konferansê bal kişandin ser wê yekê ku ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê gavên yasayî ferz in.
Wezîrê Berê yê Çandê Ertugrul Gunay jî got, “Mijara aştiyê divê were çareserkirin.
Aştiya navxweyî pêdiviya herî mezin e lê niha pêvajo pir hêdî dimeşe.
Sedema vê yekê hinekî geşedanên herêmî ne û hinekî jî nebûna lihevkirina di nav Tirkiyeyê de ye.”
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Cuma Îçten jî got, “Tirkiye di gelek qadan de xitimiye.
Edalet û hiqûq sekiniye lê kombûna van kesên giring a ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên welat gavek baş e.”
Giringiya rûmeta mirovan û yasayan
Nivîskar Mehmet Altan destnîşan kir ku bêyî parastina rûmeta mirovan û saziyên demokratîk, encamek were bi dest xistin nîne.
Şirovekar Taha Akyol jî bi bîr anî ku di navbera salên 2013-2015an de ji bo parastina kesên di pêvajoyê de cih digirin yasayek hatibû amadekirin.
Akyol di berdewamiyê jî de got, “Pêdiviya me bi yasayeke wilo heye lê hikûmet niha gavan hêdî diavêje.”
Nakokiyên MHP û AK Partiyê pêvajoyê dixitimînin
Wezîrê Berê yê Dadê Sadullah Ergîn jî bal kişand ser nakokiyên di navbera aliyên desthilatê.
Ergîn jî got, “Hem AK Partî hem jî MHP li ser hinek mijaran dudil in.
Heta niha biryar nedane ka dê binesaziyeke çawa ya yasayî ava bikin. Bêyî jêrxaneyeke hiqûqî ev pêvajo nagihe encamê.”
/Çawkani: Rûdaw/










