🔴HEWLÊR (Nûpel)– Îşev di demjimêrên cuda de li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êrişên bi dronên bombebarkirî pêk hatin. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama van êrişan de ti zererên canî çênebûne.
Li Koyeyê 4 Dron Teqiyan
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li bajarê Koyeyê bi 4 dronên bombebarkirî êrişek hat lidarxistin. Hat ragihandin ku her çar dronên xwekuj teqiyane, lê ji bilî zererên madî ti zirareke canî negihîştiye welatiyan.
Pergalên Parastinê li Hewlêrê Ketin Dewreyê
Li paytext Hewlêrê jî tevgera dronan hebû. Li devera asmanî ya bajêr, nêzîkî saet 18:00an du dronên ku wekî herreşek dihatin dîtin, ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatin pûçkirin. Hat diyarkirin ku ev dron berî bigihîjin armanca xwe hatine rûxandin.
Li Silêmaniyê Dronek Ket Xwarê
Li navenda bajarê Silêmaniyê jî dronek li nêzîkî projeyeke xaniyan (avakariyan) ket xwarê. Li gorî şahidan û rayedarên ewlehiyê, ketina vê dronê ti zerereke canî an jî madî ya mezin bi xwe re neaniye.
Êrişên li Ser Herêmê Zêde Dibin
Ev pêla êrişan di demekê de tê ku piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de (ji 28ê Sibatê ve), zext û êrişên li ser axa Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav zêde bûne. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku Herêma Kurdistanê di navbera alozîyên herêmî de dikişînin nav qada şer.
/Çavkanî: Rûdaw/










