Komeleya Jîngehê ya Mûzirî: Çiyayê Helê ne firotinê ye, yê gel e!

NûçeXweza

🔴DERSÎM – Li gundê Gurikê yê navçeya Pilemuriya Dersîmê, hewildanên ji bo projeya kana kromê ji nû ve dest pê kirin.

Komeleya Jîngehê ya Mûzirî (Munzur Çevre Derneği) li dijî projeyê nerazîbûneke tund nîşan da û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin talankirina xwezayê.

Li gundê Karagozê yê li ser bi navçeya Pilemuriya Dersîmê ve, Şîrketa Madenvaniyê ya Diminê ji bo projeya kana kromê pêvajoya “Nirxandina Bandora li ser Jîngehê” (ÇED) ji nû ve da destpêkirin. Ev biryar bû sedema nerazîbûna gelê herêmê û parêzvanên mafên jîngehê. Komeleya Jîngehê ya Mûzirî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ev pêvajo hewildanek e ku talana xwezayê bi rêyên hiqûqî rewa bikin.

‘Ev ne veberhênan e, talan e’

Di daxuyaniya komeleyê de hat destnîşankirin ku Çiyayê Helê berdewamiya Çiyayên Mercanê ye û ne tenê qadeke erdnîgarî ye. Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Ev çiya ne ‘çavkaniyên’ qezenckirina patronan in; qada jiyanê ya gel û hemû zindiyan e. Maden jiyana me dixe bin metarsiyê.”

Her wiha hat xêzkirin ku herêm ji bo çavkaniyên avê, qadên çandiniyê û hevsengiya ekolojîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Qadên jiyana gel di hedefê de ne

MÇD’ê bal kişand ser girîngiya Çiyayê Helê ya ji bo zozanvaniyê û koçberiyê û wiha hat gotin:

Hilberîna Kolektîf: Konên ku her havîn li van zozanan tên vedan, nîşaneya hilberîna kolektîf û piştevanîyê ne.

Gundên di bin rîskê de: Ev proje ne tenê gundê Gurikê, her wiha gundên wekî Aşkirege, Daxbeg, Panciras, Zimaga Avasû, Tanjîge û Harşiye jî dixe bin metarsiyê.

Hingivvanyî: Herêm navendeke girîng a hingivvaniyê ye û maden wê bibe sedema hilweşîna aborî û ekolojîk.

Banga parastina xak û avê

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev proje wê gelê herêmê xizan bike û wan neçarî koçberiyê bike. Komeleya Jîngehê ya Mûzirî bang li hemû gelê Dersîmê kir ku xwedî li xweza, av û xaka xwe derkevin û destnîşan kir ku parastina Çiyayê Helê parastina jiyanê bi xwe ye.

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Turnuvaya Fûtbolê ya Rojîn Kabaîşê hat destpêkirin
Di 35 Rojên Şer de 85 Baregehên Heşdî Şebiyê Hatine Bombekirin

Nûçeyên Sereke