McGurk: Hewldanên dîplomatîk ligel Îran rêyeke girtîye

CîhanNûçe

Rêkxerê berê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Koşka Spî Brett McGurk ragihand, hewldanên dîplomatîk ji bo gihîştina bi rêkeftinekê ligel Îranê rêyeke girtîye…

McGurk destnîşan kir, Washington di mercên xwe yên ji bo agirbestê de ti nermiyê nîşan nade.

Brett McGurk di hevpeyvînekê ligel kanala “CNN” a Amerîkî de diyar kir, “kêşeya mezin a bêbaweriyê” di navbera aliyan de heye û ev yek bûye asteng li pêşiya her pêngaveke erênî ya ji bo rawestandina şer.

Du mercên sereke yên Amerîkayê ji bo agirbestê

Li gorî gotinên McGurk, îdareya Amerîkayê ji bo her cure agirbestekê, du mercên sereke û pêşwext danîne ser maseyê:

– Divê ev rêrewa stratejîk bi temamî û bêmerc ji bo hatûçûna keştiyên navdewletî were vekirin.

– Divê Îran hemû kogehên xwe yên uranyuma pîtandî radestî aliyên navdewletî bike.

Şer ket hefteya xwe ya pêncemîn

Ev daxuyaniyên Brett McGurk di demekê de tên, şerê li dijî Îranê ketiye hefteya xwe ya pêncemîn. Tevî ku hewldanên dîplomatîk berdewam dikin, lê êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê li ser bingehên stratejîk ên Îranê bê navber didomin.

McGurk di dawiya axaftina xwe de hişyarî da ku heta Tehran pabendiyên navdewletî bicih neyne, fişarên serbazî û dîplomatîk dê hîn zêdetir werin zêdekirin.

 

/Çawkani: K24/

Van jî bibîne

 

Îsraîl: Şerê li dijî Îranê dê herî kêm du hefteyên din berdewam bike
Batman Petrolspor ber bi şampiyoniyeke dîrokî ve dimeşe

Nûçeyên Sereke