MHP’ê derbarê ‘Pêvajoyê’ de peyam da: “Ger di destê me de ba me zû qanûn derxistibûn”

Nûçe

🔴Cîgira Seroka Koma MHP’ê Filiz Kiliç, diyar kir ku ew di mijara çareserkirina pirsa Kurd de li ser biryara xwe ne û got, “Em dixwazin zûtirîn dem gav bên avêtin. Ger di destê me de ba, me heta niha amadekariyên yasayî bi dawî kiribûn.”

ENQERE (Nûpel)– Cîgira Seroka Koma Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Filiz Kiliç, li Meclîsê bi nûçegihanên parlementoyê re hat cem hev û derbarê geşedanên dawî yên li ser “pêvajoya çareseriyê” û rojeva siyasî de daxuyaniyên girîng dan.

“Vegera vê pêvajoyê nîne”

Kiliç, bal kişand ser bangên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên ji bo “lezdarkirina pêvajoyê” û wiha axivî:

“Birêz Serokê me yê Giştî, hem di civînên komê de hem jî di daxuyaniyên xwe yên nivîskî de dibêje ku divê ev pêvajo lez bibe. Em hê jî li ser heman biryarê ne. Gotûbêj çi di daxuyaniyên çapemeniyê de çi jî di kulîsên parlementoyê de berdewam dikin. Em dixwazin ev yek herî zû pêk bê.”

Kiliç, li ser pirsa “Gelo vê mehê qanûn dê werin Meclîsê?” destnîşan kir ku ew li benda diyarkirina salnameya teknîkî ne û got: “Derkirina qanûnan karekî hêsan nîne. Ocalan jî di daxuyaniya xwe de got ‘Êdî veger nîne’. Em jî dibêjin veger nîne. Dema wî got ‘Pirsgirêka me bi Komarê re nîne’, me jî ev pêvajo bi pêş xist.”

Bersiva ji bo Ozgur Ozel: “Rojeva me ne hilbijartin e”

Filiz Kiliç, banga Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a ji bo “hilbijartina berwext” (ara seçim) jî nirxand. Kiliç diyar kir ku rojeva wan a sereke çareserkirina pirsa Kurd û aramiya welat e:

Pêşî Pêvajo: “Rojeva me ya yekem ev pêvajo ye. Em geşedanan ji nêz ve dişopînin. Em vê banga hilbijartinê pêkan nabînin.”

Rewşa CHP’ê: “Pirsgirêkên CHP’ê yên cuda hene. Serokê me yê Giştî car bi car nesîhetan li Birêz Ozgur dike ku ji ‘4S’an (Hişkatî, Devjenî, Heqaret, Xisûmet) dûr bikeve.”

Rewşa Herêmî: “Rewşa herêma me li ber çavan e. Gaveke şaş dikare me ber bi felaketê ve bibe. Loma em bi îstîkrar tevdigerin. Pêşîniya me ne hilbijartin, lê bi encamkirina vê pêvajoyê ye.”

Kiliç di dawiya axaftina xwe de dubare kir ku ew dixwazin herî zû pêşniyar-qanûnên pêwîst werin Meclîsê û ji bo vê yekê di nav têkiliyan de ne.

/Çavkanî: ÎlkeTV/

Van jî bibîne

 

Li Stenbolê bi Çandina Daran Rojbûna Ocalan Hat Pîrozkirin
Li Enbarê Dijî Baregeha Heşdî Şeebî Êrişa Hewayî Hat Lidarxistin

Nûçeyên Sereke