Brîtanya ji bo Krîza Tengava Hurmizê Civîneke Lezgîn Pêk Tîne: 35 Welat Dicivin

CîhanNûçe

🔴NÛPEL – Piştî daxuyaniyên dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump û girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, Brîtanya îro mazûvaniya civîneke navneteweyî ya krîtîk dike. Armanca sereke ya civînê avakirina hevpeymaniyekê ye da ku ewlehiya vê rêya avî ya stratejîk were dabînkirin û tengav ji nû ve ji trafîka tankerên petrolê re were vekirin.

Koalîsyoneke Berfireh bêyî Amerîkayê

Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper serokatiya vê civîna online dike. Tê payîn ku nêzîkî 35 welat beşdar bibin, ku di nav wan de hêzên girîng ên wekî Fransa, Almanya, Îtalya, Kanada û Îmarata Erebî hene.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka beşdarî vê civînê nabe. Ev yek piştî daxuyaniya Donald Trump tê ku gotibû parastina tengavê berpirsyariya wan welatan e ku wê derê bi kar tînin. Trump diyar kiribû ku welatên din divê xwe bi xwe pirsgirêkê çareser bikin û dibe ku tengav “bi awayekî xwezayî” were vekirin.

Plana Du Qonaxî: Mayîn û Parastin

Li gorî rayedarên Ewropî, ji bo vekirina Tengava Hurmizê planeke ji du qonaxan pêk tê hatiye amadekirin:

Paqijkirina Mayînan: Paqijkirina deryayê ji mayînên ku Îranê danîne.

Parastina Tankeran: Dabînkirina ewlehiya fîzîkî ya keştiyên ku di herêmê re derbas dibin.

Enerjî û Aboriya Cîhanê di Metirsiyê de ye

Ji sedî 20ê petrola cîhanê di Tengava Hurmizê re derbas dibe. Ji ber girtina tengavê ya di meha Sibatê de, bihayên enerjiyê li seranserê cîhanê bi awayekî berbiçav bilind bûn. Ev rewş bû sedem ku welatên Ewropî, yên ku berê nexwestibûn hêzên leşkerî bişînin herêmê, helwesta xwe biguherînin.

“Azadiya Gerê” û Hewldanên Dîplomatîk

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer destnîşan kir ku vekirina tengavê karekî dijwar e û pêdivî bi hevahengiya hêza leşkerî û çalakiyên dîplomatîk heye. Starmer got:

“Ji bo ‘azadiya gerê’, em ê hemû gavên dîplomatîk û siyasî binirxînin. Vegerandina aramiyê ji bo aboriya cîhanê mecbûrî ye.”

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

AKP ji bo Newrozê amadekariya ‘Betlaneya Fermî’ dike
Çapa Nû ya Romana Recep Dildar “Leqat” Derket

Nûçeyên Sereke