🔴Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di merasîma vekirina 563 tesîsên nû yên Karên Avê yên Dewletê (DSİ) de axivî û hişyarî da ku di paşerojê de çavkaniya herî mezin a krîz û şeran dê “av” be.
NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokkomar Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Millet a Beştepeyê beşdarî merasîma vekirina komî ya tesîsên DSİyê bû. Erdoğan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya stratejîk a avê û diyar kir ku wekî çawa sedsala borî şer û têkoşîn ji bo neftê hatibe kirin, di serdema nû de jî dê ev yek ji bo avê pêk bê.
“Av Çavkaniyeke Stratejîk e”
Erdogan destnîşan kir ku bi guherîna avhewayê, zêdebûna nifûsê û pîşesazîbûnê re zexta li ser çavkaniyên avê zêde bûye û wiha got:
“Di serdema nû de çavkaniya herî girîng av e. Av çavkaniyeke stratejîk e. Têkoşîna ku sedsala borî ji bo neft û sotemeniyên karbonê dihat kirin, di serdema pêş me de dê di qada avê de bê kirin. Em nîşanên vê yekê di pevçûnên li dora xwe de dibînin. Di serdema pêş de dê şerên avê derkevin.”
Veberhênanên Nû û Aborî
Di çarçoveya merasîmê de 563 tesîsên ku bi lêçûna 137 milyar lîreyî hatine avakirin, hatin vekirin. Erdogan derbarê van tesîsan de agahiyên wiha parve kirin:
54 bendav û golên biçûk (gölet), 109 tesîsên avdanê û 18 tesîsên ava vexwarinê hatin xizmetê.
Bi van projeyan re 1 mîlyon û 190 hezar dekar erd ji bo avdanê hat vekirin.
Tê pêşbînîkirin ku ev tesîs salane 22 milyar lîre beşdarî aboriya welat bikin.
Têkoşîna Li Dijî Şewata Daristanan
Erdogan her wiha diyar kir ku wan amadekariyên xwe yên ji bo şewata daristanan jî xurt kirine. Hat ragihandin ku fîloya hewayî ya welat bi 14 helîkopterên nû re gihîştiye 119 helîkopteran û kapasîteya avêtina avê ji hewayê derketiye 462 tonan.
Banga Ji Bo Teserûfê
Serokkomar Erdogan banga parastina çavkaniyên avê kir û got: “Divê em ne tenê ava ji mûslîqê diherike, ava ji çem diherike jî bêyî îsrafê bikar bînin.” Her wiha anî ziman ku heta dawiya sala 2026an hedefa wan ew e ku 300 tesîsên din ên avê biqedînin.
/Çavkanî: ÎlkeTV/









