🔴QAMIŞLO/TIRBESPIYÊ (Nûpel) – Gelê Suryan, Aşûr û Keldan li bajarên Qamişlo û Tirbespiyê bi coşeke mezin cejna Ekîto pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de peyamên siyasî yên girîng hatin dayîn û bal hat kişandin ser naskirina mafên hemû pêkhateyan di destûra nû ya Sûriyeyê de.
Li Qamişlo daxwaza “Sûriyeya Pirreng”
Partiya Yekitiya Suryan (PYS) li gundê Demxiya Mezin ê Qamişlo şahiyeke bi heybet li dar xist. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir û bi pêşandana Koma Keşaf a Komeleya Çandî ya Suryan berdewam kir. Di şahiyê de mîrata dîrokî ya Suryan bi nîşandana sembolên padîşah û şahbanûyan hat zindîkirin.
Hevserokê PYS’ê Senherîb Bersûm di axaftina xwe de destnîşan kir ku ziman û çand bingeha têkoşîna wan e û got:
“Divê mafên neteweyî, ziman û çandî yên gelê Suryan di destûra Sûriyeyê de bi fermî cih bigirin. Sûriye tenê li ser bingehê demokrasî û pirrengiyê dikare were avakirin.”
Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî tev li pîrozbahiyê bû û anî ziman ku aramî bi beşdarbûna hemû hêzan û bi taybetî bi pêşengiya jinan pêkan e.
Li Tirbespiyê rexne li Hikûmeta Demkî hatin girtin
Li gundê Girê Şêran ê Tirbespiyê jî cejna Ekîto bi beşdariya gelek pêkhateyan hat pîrozkirin. Hevseroka PYS’ê Şahmîran Danho di şahiyê de bal kişand ser paşguhkirina gelê Suryan û wiha got:
“Tevî ku gelê Suryan di şoreşê de têkoşîneke mezin da, lê mixabin hikûmeta demkî hîn jî vî gelî paşguh dike. Em daxwaza azadî, edalet û wekheviyê ji bo hemû gelan dikin.”
Çand û Huner di nava hev de bûn
Di her du pîrozbahiyan de komên hunerî yên wekî Yersûsa, Bermaya û Lamîta derketin ser dikê. Bi stranên hunermendên wekî Hovik û Zinar Resûl, bi helbestên Besam Îşo û bi govendên gelêrî, rengên çanda Suryanî û Aşûrî hatin nîşandan.
Pîrozbahî bi peyamên piştgiriyê yên Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û partiyên siyasî yên Kurd bi dawî bû.

/Çavkanî: ANHA/










