🔴NÛPEL – Li gorî nûçeya ANHAyê, li bajarê Hesekê teqînek pêk hat û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Hesekê di teqînekê de 6 kes hatin kuştin
Nûçegihanê ANHAyê li ser zarê şahidan ragihand ku li taxa Ezîziye ya bajarê Hesekê, di dikaneke rabor (hurde) de teqînek pêk hatiye. Di encamê de 6 kesan ku di nav de zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên şahidan, teqîn li ser kolana Xezal a nêzî dibistana El-Hemra ya li taxa Ezîziyeyê çêbûye.
Li gorî agahiyên destpêkê yên ku nûçegihanê ANHAyê bi dest xistine, di teqîna ku sedema wê hê nehatiye eşkere kirin de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye. Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê bi lez gihîştin cihê bûyerê.










