🔴 Lensê, piştî ku di maça fînalê de Nice bi encama 3-1 têk bir, di dîroka xwe de cara yekem Kûpaya Fransayê qezenc kir.
Bi vî awayî Lensê sezoneke berbiçav bi dawî anî ku tê de ew di lîga Fransayê de wekî duyemîn bi dawî bû û bi vî awayî ji bo Lîga Şampiyonan xwedî maf bû.
Maç ji bo her du tîman bi hêz dest pê kir û di deqeya 25’an de Florian Thauvin gola yekem ji bo Lensê tomar kir.
Piştre Odsonne Edouard di deqeya 42’yan de gola 2’yemîn misoger kir û pêşengiya xwe xurtir kir.
Lê lîstikvanê tîma dijber Djibril Koulibaly di deqeya 45+3’yan de, gola yekem a Nice tomar kir, heyecana di maçê de zêde bû.
Lîstikvanên Nice di nîvê duyemîn de ji bo hevsengiyê zexta xwe li ser golparêzê Lensê Robin Risser zêde kir. Lê nekarîn skorê wekhev bikin.
Di xuleka 78’an de, Lensê bi gola sêyemîn a bi rêya Abdoulaye Sima serkeftina xwe di Kûpaya Fransayê de bi temamî misoger kir.
/çawkani: nucetv.net/










