Starmer bersiv da Trump: ‘Ji bo berjewendiyên me divê em nêzî Ewropayê bibin’

CîhanNûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, bersiv da daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump ên derbarê “vekişîna ji NATOyê” û bal kişand ser girîngiya hevkariya bi Ewropayê re.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, di civîneke çapemeniyê de ku li Ofîsa Serokwezîriyê (Numre 10) pêk hat, geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û rageşiya bi DYAyê re nirxand. Starmer diyar kir ku ji bo paşeroja parastin, ewlehî û aboriya Brîtanyayê, pêwîstiya wan bi têkiliyên nêziktir ên bi Ewropayê re heye.

‘Ev ne şerê me ye’

Starmer, helwesta xwe ya derbarê êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û girtina Tengava Hurmuzê de dubare kir û got:

“Min berê jî gotibû, ez dîsa dibêjim; ev ne şerê me ye. Em ê neyên kişandin nav vê pevçûnê, ji ber ku ev yek ne di berjewendiya me ya neteweyî de ye.”

Starmer destnîşan kir ku riya herî bi bandor a kêmkirina lêçûnên jiyanê li Brîtanyayê, kêmkirina tansiyona li Rojhilata Navîn û ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê ye.

Têkiliyên bi YE û NATOyê re

Serokwezîr Starmer, bersiv da rexneyên Donald Trump ên ku gotibû “Vekişîna ji NATOyê ji nirxandinê wêdetir e” û “DYA êdî alîkariya welatên ku piştgiriya êrîşên Îranê nakin, nake”.

Starmer li ser vê mijarê wiha axivî:

Hevkariya Ewropayê: “Dema cîhan di vê riya nazik de dimeşe, me bi zelalî dît ku berjewendiyên me yên demdirêj pêwîstî bi têkiliyên nêziktir ên bi hevalbendên me yên li Ewropa û Yekîtiya Ewropayê (YE) re heye.”

Zirara Brexitê: Starmer anî ziman ku veqetîna Brîtanyayê ji YE (Brexit) zirareke mezin daye welat û niha di hevdîtinên bi YE’yê re qonaxên girîng hatine derbas kirin.

Zextên ji bo şer: Starmer diyar kir ku ji bo tevlîbûna şer zextên mezin li ser wî hene, lê ew ê paşve gav neavêje: “Çiqas deng û zext hebin jî, ez Serokwezîrê Brîtanyayê me û ez ê li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigerim.”

Plana ji bo Tengava Hurmuzê

Starmer ragihand ku 35 welat, di nav de Almanya, Fransa, Îtalya, Japonya û Îmarat, ji bo vekirina Tengava Hurmuzê daxuyaniyeke hevpar dane. Di vê çarçoveyê de:

Wezîra Karên Derva Yvette Cooper dê vê hefteyê bi hevkarên xwe re bicive.

Dê gavên dîplomatîk ji bo ewlehiya keştî û kelûpelên li ser rê mane werin avêtin.

Piştî hewildanên dîplomatîk, rayedarên leşkerî dê ji bo ewlehiya derbasbûnê planên teknîkî amade bikin.

Di dawiyê de Starmer destnîşan kir ku têkiliyên wan ên bi DYAyê re di warê parastin, ewlehî û îstîxbaratê de berdewam dikin û planên li ser Tengava Hurmuzê bi Amerîkayiyan re jî têne nîqaşkirin.

/Nûçeyên Cîhanê/

Mala Mesûd Barzanî Bi Dronan Hate Hedefgirtin
Di Navbera Spor û Nasnameyê de Xeteriya Pişaftina Çandî

Nûçeyên Sereke