Hikmet Serbilind: Bîranîna Şehadeta Pêşawa Qazi Mihemed

NîvîskarNûçe

 Di 31’ê Adarê 1947’an de, li Meydana Çarçira ya Mahabadê, Pêşewa Qazî Mihemed – serokê Komara Kurdistanê ya kurt-dem – ligel birayê xwe Sadrî Qazî û pismamê xwe Seyfî Qazî, ji aliyê dewleta Îranê ve bi darvekirinê hatin şehîd kirin.

Ev roj, di dîroka gelê Kurd de yek ji wan rojên herî trajîk û bi rûmet e.

Komara Kurdistanê, ku di 22’ê Çileya 1946’an de bi hêviyeke mezin hatibû damezrandin, piştî vekişîna hêzên Sovyetê ji aliyê artêşa Îranê ve hate hilweşandin. Lê xewna azadiyê, bi şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî re, di dilê gelê Kurd de nemir bû.

Gotina wî ya nemir: “Ey millete minê mazlum! Dijminîya hevdu nekin, pişta xwe bidin hevdu, li dijî dijminên xwe yên zalim tekoşîn bikin û xwe bi erzanî nefiroşin dijminê xwe.” Ev peyam, îro jî wek vasiyetekê ji bo hemû Kurdan radiweste: yekîtî, biratî û têkoşîna li dijî zilmê. 79 sal derbas bûn ser wê roja reş, lê bîra Pêşewa Qazî Mihemed, hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê hîn jî di dilên me de zindî ye. Ew ne tenê sembola serxwebûn û rûmetê ne, ew her wiha banga yekîtiyê ne.

Hemû rêberên Kurd bi qelsî ji aliyê dijminan ve hatine qetilkirin. Lê dîrok nîşan dide ku azadiya her miletekî bi yekîtî, îttifaq û hevkariyê pêk tê. Hêvîdar im ku gelê me yê Rojhilat, neviyên Qazî Mihemed, li hember rejîma Molla bi ser bikevin û li ser axa xwe bibin xwedî statû. Em dikarin bêjin: Bîranîna Qazî Mihemed û xebata neviyên wî ji bo statûyeke adil û statûyeke xwe ya li ser axa xwe, beşeke girîng a dîroka mirovahiyê ye. Ey gelê Kurd! Tu carî bi îdeolojiyên dijminan neyê xapandin.

Em divê her tim hişyar bin û li ser xeta neteweyî, biratî û azadiyê rawestin. Em bi dilekî germ û bi hurmetê 79. saliya şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed, hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. C

ihê wan cennet be, înşallah. Ew serbilindî û serfiraziya me ne. Bîjî Kurdistaneke serbixwe û azad! Bîjî yekîtî û biratiya gelê Kurd!

*

/Serokê Giştî: PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan/

Van jî bibîne

 

Qesra Spî: “Ji bo Îranê Derfeteke Dîrokî Heye, Lê Hemû Vebijark li ser Masê ne”
YEyê mueyîdeyên li ser Îranê heta sala 2027an dirêj kirin

Nûçeyên Sereke