Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ragihand, operasyona “Hêrsa Destanî” bi lezeke mezin bipêş dikeve û têkbirina bandora Îranê, dê rê li ber peymaneke dîrokî ya navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê veke.
Senatorê Komarparêz Lindsey Graham îro 30ê Adarê aşkera kir, wî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump civîneke “gelekî baş” pêk aniye. Mijara sereke ya guftûgoyê encamên li ser Îranê bûn, heke Tehran neyê ser xeta peymaneke aştiyê ya qebûlkirî.
Graham bal kişand ser rewşa meydanî ya şer û got: “Pêdiviya karên leşkerî bi hefteyan e, ne bi mehan e. Operasyona ‘Hêrsa Destanî’ bi lezeke pir baş û zûtir ji dema hatî diyarkirin bipêş dikeve.” Senatorê Amerîkî destnîşan kir, hêviya wî her tim ew bûye ku bi rêya van êrîşan “dergehê aştiyê” ji bo navçeyê were vekirin.
Li gorî nêrîna Graham, şikandina hejmona Îranê dê rê bide Erebistana Siûdî û Îsraîlê ku peywendiyên xwe asayî bikin. Graham tekez kir, ev gav dê bibe sedema bidawîkirina nakokiya dîrokî ya navbera Ereb û Îsraîlê. Herwiha wî pesnê “serkêşiya wêrek û biryardar” a Donald Trump di rûbirûbûna gefên Tehranê de da.
Lindsey Graham di dawiya peyama xwe de bang li Trump kir ku li ser vê rêbazê berdewam be, ji bo gihîştina bi peymaneke aştiyê ya giştî. Graham amaje bi wê jî kir, divê Îran êdî nebe “têkdera aştiyê”, wekî ku di bûyerên 7ê Cotmeha 2023an de hatibû dîtin.
/K24/










