NY Êrişa li Ser Mala Nêçîrvan Barzanî bi Tundî Şermezar Kir

Nûçe

🔴NÛPEL – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, êrîşa bi balafirên bêpîlot (ÎHA) ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê bi tundî şermezar kir.

​Daxuyaniya nivîskî ya derbarê mijarê de ji aliyê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric ve hat belavkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê ev êrîş demildest bê lêkolînkirin û berpirsiyar bên cezakirin. Hat diyarkirin ku Guterres, êrîşa di 28ê Adarê de li parêzgeha Duhokê li dijî mala Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî pêk hatî, bi tundî şermezar dike.

​Guterres bang li hemû aktorên herêmî kir ku her cure tundiyê red bikin û rê li ber hewildanên ku armanca wan bêîstîqrarkirina Iraqê ye, bigirin.

Çi bûbû?

​Di 28ê Adarê de li dijî mala Nêçîrvan Barzanî êrîşeke bi dronan hatibû kirin. Di êrîşa ku li Duhokê (nêzî 150 kîlometre li bakurê rojavayê Hewlêrê) pêk hat de, tu ziyanên canî çênebûn. Hat ragihandin ku dema êrîşê xanî vala bûye lê ziyaneke madî li cihê rûdanê çêbûye.

​Tê gotin ku Îran û komên mîlîs ên Iraqî yên ku Îran piştgiriya wan dike, ji 28ê Sibatê ve ku şer dîsa dest pê kiriye, bi armanca tolhildanê hêzên DYAyê û dezgehên petrolê yên li Herêma Kurdistanê dikin hedef.

​Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî jî ragihand ku wî telîmat daye ku ji bo lêkolînkirina bûyerê komîteyek bê avakirin.

​Nêçîrvan Barzanî piştî êrîşê daxuyaniyek da û da zanîn ku ev mijar ne şexsî ye û destnîşan kir ku êrîş ji bo tevahiya Iraqê geşedaneke xeternak e. Barzani bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku li dijî kesên bi rêyên neyasayî êrîşî saziyên dewletê dikan, bikeve nava liv û tevgerê.

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Pakistan ji bo hevdîtinên DYA û Îranê amadehiya mazûvaniyê dike
PJAK: Divê Hemû Neteweyên Îranê Di Siyasetê De Bibe Xwedî Biryar

Nûçeyên Sereke