Tîma Jinan a Amedsporê li hemberî Fenerbahçeyê têk çû

JinSpor

🔴AMED (Nûpel) — Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê, di hefteyeke girîng a lîgê de li Stenbolê derket pêşberî lîderê lîgê Fenerbahçeyê. Amedspor bi encameke 3-0 li hemberî reqîbê xwe têk çû.

Di lîstika ku li Stenbolê hat lîstin de, tîma Fenerbahçe bi golên ku di nîveka yekem de avêtin, sê puan bi dest xistin. Golên Fenerbahçeyê di deqîqeya 5an de ji aliyê Andrea Staskova, di deqîqeya 14an de ji aliyê Regina Otu û di deqîqeya 34an de bi penaltiyê ji aliyê Busem Şeker ve hatin avêtin.

Fenerbahçe ji 100 golî derbas bû

Bi vê encamê re, Fenerbahçe hejmara puanên xwe derxist 65an û parastina serkêşiya xwe ya bêşikestin (namağlup) domand. Her wiha tîma zer û şîn, bi van golan benda 100 golî derbas kir û gihîşt 101 golan. Di heman hefteyê de gava Galatasarayê puan winda kirin, Fenerbahçe ferqa puanan parast.

Di deqîqeyên dawî de karta sor

Yek ji lîstikvanên girîng ên Fenerbahçeyê, Busem Şeker, di deqîqeya 75an de bi karta sor ji lîstikê hat derxistin û tîma xwe 10 kes hişt. Lê belê ev rewş encama maçê neguherand.

Piştî vê encamê:

• Fenerbahçe: 65 puan (Lîder)

• Amedspor: 42 puan

Tîma Amedsporê bi vê têkçûnê alîgirên xwe xemgîn kirin û di rêza 5an de hefteyê bi dawî kir. Hefteya bê Amedspor Bornova HÎTAP dike mêvan.

 

 

Van jî bibîne

 

Serokê Parlamena Îranê: Amarîka plana êrişa beşahî dike
Mezinên Qilabanê biryar dan: Divê bûk û zava cilên Kurdî li xwe bikin

Nûçeyên Sereke