KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

Nûçe

KCK’ê êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî şermezar kir û got, “Divê aliyên pêwendîdar ji bo rawestandina van êrişan bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”

Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê êrişa ku doh bi droneyan li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê pêkhatî şermezar kir.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye;

“Rojhilata Navîn bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Hêzên navdewletî û herêmî ji bo parastin û pêşxistina berjewendiyên xwe her cihî vediguherînin qada şer. Tevî ku gelê Kurd nebûye beşek ji vî şerî, lê siyaset û helwestek herêmî û navdewletî heye daku Kurdistan bibe yek ji navendên vî şerî. Ji despêka şer ve Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûne armanca êrişan. Bi taybetî Başûrê Kurdistanê bûye armanca êrişên diron û muşekan. Di vê çarçoveyê de êrişî ser hêzên pêşmerge, saziyên aborî û fermî û herî dawî jî mala Serokê Herêma Kurdistanê hat kirin.

Em wek Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê van êrişan şermezar dikîn. Daxwaz dikîn ku hemû aliyên peywendîdar ji bo rawestandina van êrişan erk û berpirsyartiyên xwe yên siyasî û exlaqî bicih bînin. Her wiha em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên kesên ku di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane re dixwazîn û ji birîndaran re jî şifayê dixwazîn.

 

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

Behice Feride Demir: Wêne Jî Xeber Didin
Şîretên Feylesof: Sebir Rizgariya Mirovan e

Nûçeyên Sereke