🔴Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber ku welatên Ewropayê di operasyona Îranê û parastina Tengava Hurmizê de Washington bi tenê hiştin, gefa birîna alîkariyên leşkerî xwar.
NÛPEL – Serokê Amerîkayê Donald Trump, di lûtkeya FII Priority ya li Miamiyê de axaftineke tund kir û hevpeymanên xwe yên NATOyê kir armanc. Trump diyar kir ku Amerîka bi salan e bi sedan milyar dolarî ji bo parastina Ewropayê xerc dike, lê di dema tengasiyê de Ewropa piştgiriyê nade wan.
‘Yê ku Ne bi Me re be, Em jî ne bi Wî re ne’
Trump rexne li welatên Ewropayê girt ku ne amade ne keştiyên xwe yên şer bişînin Tengava Hurmizê. Serokê Amerîkayê ev helwesta hevpeymanên xwe wekî “şaşiyeke mezin” û “xwetislibkirin” bi nav kir û got:
“Welatên NATOyê tevlî vê pêvajoyê nebûn. Em her sal ji bo parastina wan samanekê xerc dikin, lê niha em dibînin ku ew ne li gel me ne. Nexwe çima em bi wan re bin? Yê ku ne bi me re be, em jî dê ne bi wî re bin.”
Aloziya li Tengava Hurmizê û Helwesta Ewropayê
Amerîkayê ji bo ewlehiya veguhastina petrolê li Kendavê daxwaza piştgiriya leşkerî ji Ewropayê kiribû. Lê belê, welatên mîna Fransa û Almanyayê bi hinceta ku “alozî zêde nebe” ev daxwaz red kirin û diyar kirin ku ew tenê piştî agirbestekê dikarin beşdarî mîsyoneke navneteweyî bibin. Trump ev helwest wekî “xiyanet” pênase kir.
Operasyona Îranê Ber bi Dawiyê ve Diçe
Trump rewşa li Îranê ne wekî “şer”, lê wekî “operasyoneke leşkerî” bi nav kir û destnîşan kir ku karê wan ê li wir hema bêje qediyaye. Wî îdia kir ku berxwedana Tehranê pir lawaz bû û piştî operasyonê dê aboriya Amerîkayê “wekî mûşekekê” bilind bibe.
Armancên Nû: Kuba û Peymanên Îbrahîm
Di beşa dawî ya axaftina xwe de, Trump bal kişand ser du xalên stratejîk:
Guhertina Rejîmê li Kubayê: Trump ragihand ku armanca wan a bê dê Kuba be û got, “Divê em rejîma komunîst a li wê derê biguherînin.”
Peymanên Îbrahîm: Trump bang kir ku pêvajoya normalbûna di navbera Îsraîl û welatên Ereban de (Abraham Accords) ji nû ve were zindîkirin û welatên herêmê tevlî vê “xeleka aştiyê” bibin.
/rd/










