CENTCOM: Ji destpêka şer û vir ve 13 leşker mirin

CîhanNûçe

🔴Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku ji destpêka şerê Îranê û vir ve 13 leşkerên wan mirin, 290 jî birîndar bûn.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) têkildarî bîlançoya êrişên ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-DYE’yê ve li ser hêzên wan ên li herêmê hatine pêkanîn, daxuyaniyek belav kir.

CENTCOM ragihand ku heta niha 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 290 leşker jî birîndar bûne.

Her wiha Berdevkê Wezareta Karên Hundir ya Brîtanyayê bîlançoyê piştrast kir û ragihand ku 255 birîndar vegeriyane ser erkên xwe û 10 leşker jî bi giranî birîndar bûne, her wiha 13 leşkerî jî jiyana xwe ji dest dane.

 

/ANF/

Van jî bibîne

 

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd êrişa li ser pêşmergeyan şermezar kir
Îmarat: Em êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikîn

Nûçeyên Sereke