PÎK: Em Bi Tundî Êrîşa Rejîma Molayên Qatil a Li Ser Peşmerge Şermezar Dikin

Nûçe
🔴Nûpel – Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind, têkildarî êrîşa bi mûşekên balîstîk a rejîma Îranê ya li ser baregehên Hêzên Pêşmerge daxuyaniyek belav kir. Serbilind di daxuyaniya xwe de êrîş şermezar kir, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser kîna dagirkeran a li dijî destkeftiyên gelê Kurd. Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Îro danê sibê (24ê Adarê 2026), ji aliyê dewleta Îranê ve êrîşeke hovane ya bi mûşekên balîstîk li ser baregehên Hêzên Pêşmerge yên li devera Soran (nêzîkî sînorê bakur-rojhilatê Hewlêrê) pêk hat.
Di encama van êrîşan de 6 Pêşmerge şehîd bûn û nezîkî w30 kes jî birîndar bûn. Bila cihê Pêşmergeyên şehîd bihişta rengîn be. Em ji Xwedê Teala ji bo Pêşmergeyên birîndar şîfaya bilez û temam dixwazin. Dewleta Îran û rejîma molayan bi vî awayî kîna xwe ya jehrîn li dijî gelê Kurd vedirêjin û êrîşên hovane didomînin.
Yekîtiya gelê Kurd û berxwedana Pêşmerge li her perçeyê Kurdistanê tirsê dixe dilê dagirkerên Kurdistanê. Ev êrîş tenê hêrsa me zêdetir dike û biryara me ya ji bo parastina axa xwe xurtir dike. Em bi tundî vê êrîşa rejîma molayên qatil şermezar dikin.
Em daxwaz ji Xwedayê dilovan dikin ku cihê Pêşmergeyên şehîd bihiştê be, sebra mezin bide malbatên wan û şîfa xêrê bide birîndaran. Serê malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurd sax be.
Bila Xwedê gelê me ji her êş û dagirkeriyê biparêze
Serokê Giştî  yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK)
Hikmet SERBILIND

Van jî bibîne

 

Bafil Talebanî: Êrişên li Ser Pêşmergeyan Binpêkirina Serweriya Îraq û Herêmê ye
Li Sê Navendan Pîrozbahiyên Newrozê: “Azadî û Yekîtiya Demokratîk”

Nûçeyên Sereke