🔴Nûpel – Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, bertekeke tund nîşanî êrişa mûşekî ya Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê da û hişyarî da rejîma Tehranê ku “Kurd ne bi tenê ne.”
Duh serê sibehê, artêşa Îranê bi 6 mûşekên balîstîk êrişî xalên Pêşmergeyan kiribû. Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan, di vê êrişê de 6 pêşmerge şehîd bûne û 30 pêşmerge jî birîndar bûne. Li ser vê geşedanê, siyasetmedarê kurd Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek weşand û helwesteke tund nîşan da.
“Kurdan fîşekek jî bernedaye”
Sakik di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku Kurd di şerê herêmî de ne alî ne û wiha got:
“Ji dema ku şerê Îranê dest pê kiriye ve, tevî hemû provokasyonan jî Kurdan fîşekeke bi tenê bernedaye Îranê. Lê îro rejîma Îranê ya kujera Kurdan, xalên Pêşmergeyan dike hedef.”
“Kurdên Başûr ne bi tenê ne”
Sakik, Îranê bi hewildana geşkirina agirê şerê herêmî tawanbar kir û bal kişand ser dîroka nêz a herêmê. Sakik destnîşan kir ku divê Îran aqûbeta dîktatorên mîna Sedam Huseyn ji bîr neke û got:
“Eşkere ye ku rejîma Îranê dixwaze bi kuştina Kurdan, wekî ku berê dikir, provokasyona şerekî herêmî bide destpêkirin. Lê divê birêvebirên rejîmê vê yekê zanibin: Kurdên Başûr ne bi tenê ne. Rejîma Îranê divê ji aqûbeta Sedam dersê wergire ku wî jî di dema xwe de komkujiyên wiha kiribûn.”










