Axios: Tirkiye, Misir û Pakistan di navbera Amerîka û Îranê navbeynkariyê dikin

CîhanNûçe

 Piştî ku Donald Trump ragihand ku di du rojên borî de gotûbêjên wan ên gelekî baş bi Îranê re çêbûne, çavkaniyeke Amerîkî eşkere kir ku Tirkiye, Misir û Pakistanê di navbera Amerîka û Îranê de dan û standinê dikin.

Li gorî çavkaniya Amerîkî ya ku ji malpera Axiosê re axiviye, berpirsên bilind ên wan her sê welatan bi Nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re gotûbêjên cuda kirine.

Çavkaniyê diyar kir, “Navbeynkarî didome û bipêşketin çêbûye.

Gotûbêj li ser bidawîkirina şer û çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstî ne.

Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de bersivekê bi dest bixin.”

Trump: Gotûbêjên me yên baş çêbûn

Donald Trump bi vebûna bazarên Amerîkayê re bi postekê li ser tora xwe ya civakî ragihand:

“Kêfxweş im ku radigihînim Amerîka û Îranê, di maweyê du rojên borî de, derbarê çareserkirina temam û giştgir a dijminatiyên me yên li Rojhilata Navîn de gotûbêjên gelekî baş û berhemdar kirine.”

Îranê daxuyaniya Trump red kir

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî piştî wê posta Trump, ragihand ku ti gotûbêj di navbera Washington û Tehranê de nînin.

Wezaretê destnîşan kir ku gotinên Trump “di çarçoveya hewldanên wî yên ji bo daxistina bihayê enerjiyê de ne” û her wiha “demkirîn” e ji bo bicihanîna planên xwe yên leşkerî.

‘Peyameke tijî alozî ye ji bo bazaran’

Chris Murphyê ku yek ji senatorên navdar ên Demokratan e derbarê gotinên Donald Trump de,  eşkere dike ku Donald Trump rawestandina êrişan ranegihandiye.

Murphy dibêje, “Tawaneke cengê bi paş dixe ku ew jî êrişkirina ser binesaziya enerjiya sivîl a Îranê ye.”

Wî her wiha amaje pê kir, “Ev ne peyamek e ji bo Îranê, belkî peyameke tijî alozî ye ji bo bazaran da ku heta dema girtina bazaran a roja îniyê, ti bipêşketina şer rû nede.”

Şerê berfireh ê herêmê didome

24 roj in êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê dest pê kiriye û şerekî berfireh li herêmê heye.

Heta niha asoyek ji bo rawestandina şer û agirbestê ne diyar e.

Her îro, li gorî wan vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, hejmarek balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê ber bi Îranê ve çûne û îro bombebaraneke dijwar li ser wî welatî hebû.

 

/rd/

Van jî bibîne

 

Trump: “Em bi Îranê re di nava muzakereyan de ne”
Li Gimgimê Newroz Bi Coş Hat Pîrozkirin: Banga Azadiyê Hat Kirin

Nûçeyên Sereke