SOZDER: ‘Helebçe Dersa Herî Giran a Mirovahiyê ye’

Nûçe

🔴AMED (Nûpel)– Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZDER), bi boneya 38’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. SOZDER’ê bal kişand ser hovîtiya çekên kîmyewî û bang li çar parçeyên Kurdistanê kir ku ji bo pêşî li karesatên nû bigirin, yekîtiya xwe ava bikin.

‘Yek ji Hovanetirîn Êrîşên Dîrokê’

Di daxuyaniya SOZDER’ê de hat bîrxistin ku di 16’ê Adara 1988’an de, rejîma Sedam Husên bi gazên jehrîn ên wekî sarîn û tabunê êrîşî bajarê Helebçeyê kir. Di daxuyaniyê de daneyên derbarê komkujiyê de wiha hatin parvekirin:

Wendahî: Nêzîkî 5,000 kesî di cih de jiyana xwe ji dest dan.

Birîndar: Zêdetirî 10,000 kes bi nexweşiyên giran ketin.

Enfal: Ev êrîş wekî beşeke krîtîk a polîtîkaya qirkirina sîstematîk (Operasyona Enfalê) hat pênasekirin.

Rexne li Bêdengiya Navneteweyî

SOZDER’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Helebçe ne tenê trajediyeke kurdî, lê belê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Komeleyê rexne li civaka navneteweyî girt û got: “Civaka navneteweyî di wê demê de pir bêdeng ma; dadwerî dereng hat û gelek caran jî têk çû.”

Banga Yekîtiyê: ‘Bila Helebçeyên Nû Çênebin’

Di beşa dawî ya daxuyaniyê de, SOZDER’ê bang li rêxistinên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li ser bîranîna şehîdên Helebçeyê aştiya navxweyî û yekîtiyê pêk bînin:

“Ji bo ku li Rojhilat Helebçeyeke nû rû nede, divê saziyên her çar parçeyên Kurdistanê li gel hev bin. Me Helebçe ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.”

Komeleyê di dawiyê de hemû qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr anîn û destnîşan kir ku Helebçe ji bo cîhanê ezmûneke ku divê ders jê were girtin.

 

Daxwiyanî wisa ye…

Jenosîda Sedsala 20’an

Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZDER) di salvegera komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyek nivîskî amade kir û belav kir. Di daxuyaniyê de bal kişand ser sûcên li dijî mirovahiyê ku di komkujiya Helebçeyê de hatine kirin û wiha hat gotin:

“Îro salvegera 38’emîn a yek ji hovanetirîn êrîşên kîmyewî yên dîrokê ye. Di 16’ê Adara 1988’an de, rejîma Sedam Husên bajarê Helebçeyê bi gazên jehrîn (sarîn, tabun, VX û hwd.) bombebaran kir. Di encamê de bi hezaran mirov – jin, zarok, kal û pîr – di cih de jiyana xwe ji dest dan; bi deh hezaran kes birîndar bûn û bandora van gazan heta îro jî didome.

 Li gorî texmînan, nêzîkî 5,000 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 10,000 kes bi nexweşiyên giran ketin. Ev êrîş beşek ji Operasyona Enfalê bû; ku polîtîkaya qirkirina sîstematîk a rejîma Iraqê ya li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bû.

Helebçe ne tenê trajediyeke Kurdî ye; ev sûcek e li dijî mirovahiyê û yek ji mezintirîn bikaranîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan di dîrokê de ye. Civaka navneteweyî di wê demê de pir bêdeng ma; dadwerî dereng hat û gelek caran jî têk çû.

Helebçe dersa herî giran a mirovahiyê ye. Divê çekên kîmyewî bi tevahî bên qedexekirin, qirkirin bên naskirin û edalet ji bo qurbanîyan bê dabînkirin. Ji bo ku karesatên wiha careke din nebin, pêwîst e ku têkoşîn bidome.

Îro, di 38’emîn salvegerê de, li Helebçeyê û li gelek deverên Kurdistanê bîranîn têne kirin. Em jî wek Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZDER), di vê rojê de kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi rêz bibîr tînin. Her weha bang dikin ku ji bo ku li Rojhilat Helebçeyeke nû rû nede, wek saziyên li Rojhilat ku şîwana yekîtîyê avakirine, rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê jî li gel hev bibin û bi bîranîna şehîdên Helebçeyê aştiya navxweyî û yekîtîyê pêk bînin.

Ji ber vê yekê em careke din dibêjin: Şehîdên Helebçeyê bi rêzdarî dibîr tînin û dibêjin: “Me Helebçe ji bîr nekir; em ê jî ji bîr nekin!”

Helebçe ne tenê êşek e; ji bo hemû cîhanê ezmûnek e ku divê ji wê ders were girtin.

Me Helebçe ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin; em bi rêz li ber şehîdên Helebçeyê serê xwe ditewînin.

Komeleya Lêkolînên Çand Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZDER)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rayedarên Amerîkayê: Şerê Îranê dê di çend hefteyan de bi dawî bibe
Li Bexdayê Êrişa Mûşekî: 5 Kes Birîndar Bûn

Nûçeyên Sereke