Hikmet Serbilind: Em Qetlîama Helepçe Ji Bîr Nakin

NîvîskarNûçe

38’e mîn salvegera Qetlîama Helepçe ya kû di 16’ê Adarê 1988´an de ji terefê dîktator Seddam Hüseyin li hêmber gelê Kurd hat pêkanîn .

Bi hezaran zarok, jin,mêr, kal û pîr hatin qetilkirin û bi hezaran jî brîndar çêbun. Her wiha bi deh hezaran kes jî ji ber êrîşên kîmyewî seqet man. Qetlîama Helepçe li ber çavên temamê dinyayê wehşetekî mezin hat kirin.

Qetlîama Helepçe di dîrokê de wekî Hîroşîma êrîşeke herî wehşîyane cîhê xwe girt. Qetlîamê wekî Helepçe bi sedsalanê ji terefê dijmin û dagêrkerê Kurdistanê li hêber milletê Kurdê mazlum tê karanîn.

Niha jî dewletên dagirker,dixwazin mîna Saddamê qatîl di Kurdistanê de komkujiyan bi kar bînin. Dîroka 16‘ê Adara 1988‘an di rûpelên dîrokê yên zilmê de cihê xwe girtî.

Çawa kû Qetlîma Helepçe û ewên ku qetlîamê kirin,îro ji teref însanetiyê bi kîn û nefret tên bîranîn, her wiha zilma dîktatorên Dewletên dagirkerên Kurdistanê jî wê werê bîranîn. Daxwazîya min ji Rehman ewe ku aqîbeta hemû Dîktatorân jî wekî a zalîm Seddam be.

Her wiha em qetlîama Helepçe û hemû qetlîamên li dijê mazluman bi tûndî şermezar dikin.

Bijî dojeh ji bo zaliman. Bijî yekîtî gelê Kurd Bijî Kurdistana Serbixwe û Azad

*

/Serokê Giştî PÎK -Partiya Îslamiya Kurdistan/

Van jî bibîne

 

Li Semsûrê Newroza bi Coş: Tevî Baranê Gel li Qadan Bû
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin

Nûçeyên Sereke