Li Amedê Ji Bo Ehmed Huseynî Sersaxî Têne Qebûlkirin

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Li Komeleya Wêjekarên Kurd, merasîma şînê ya ku ji bo helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî hatibû destpêkirin, di roja duyem de bi beşdariyeke mezin berdewam dike.

Bi pêşengiya saziyên ziman, huner û wêjeya Kurdî (wek PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, YEW Kurd, MED-DER, Ma Music, Wêjegeh û Enstîtuya Kurdî), ji bo nivîskar û helbestvanê giranbiha Ehmed Huseynî li Amedê şîn hate danîn. Saziya navborî ji bo qebûlkirina sersaxiyan bûye rawestgeha hezkiriyên wêjeya Kurdî.

Helbest hatin xwendin, dia hatin kirin

Di roja duyem a merasîmê de, hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan, hevserokên şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengiz Dundar, hevserokê Dem Partiyê yê Amedê Abbas Şahin, Dayikên Aştiyê, Navenda Çanda Dîcleyê, Kased, gelek nivîskar, hunermend, nûnerên saziyên sivîl û hezkiriyên wî berê xwe dan komeleyê. Beşdaran ji bo giyanê Huseynî dia û niyazên xwe pêşkêş kirin û xemgîniya xwe anîn ziman.

Di merasîmê de atmosfereke xemgîn û watedar hebû. Nivîskaran ji bo bîranîna xebat û keda wî, çendîn helbestên wî yên navdar xwendin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Ehmed Huseynî bi pênûsa xwe ya xurt di wêjeya Kurdî de şopeke mezin hiştiye û dê berhemên wî her tim di dilê gel de bijîn.

 

 

Van jî bibîne

 

Xebatkarên jin ên Şaredariya Peyasê dest bi kargehên hişyariyê kirin
Şandeya Şaredariyan ji bo ‘Aboriya Jinan’ li Bursayê Lêkolîn Kirin

Nûçeyên Sereke