🔴Mazlum Abdî, têkildarî mirina Ala Emîn a di bin çaviyan de û şewitandina konê taziyeya wî, daxuyaniyek belav kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî, diyar kir ku êrîşa li ser konê taziyeyê “çalakiyeke sabotajê ye” û soz da ku berpirsyar werin cezakirin.
Abdî, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê X (Twitter) de ev xal parve kirin:
Daxuyaniya Mazlum Abdî
“Êrîşa li ser konê taziyeya ciwanê bi navê Ala Emîn a li Qamişloyê, wekî çalakiyeke sabotajê tê nirxandin. Em piştrast dikin ku meqamên rayedar wê bi biryardarî li pey kiryaran bin û li gorî qanûnan hesab ji wan bixwazin.
Ciwanê bi navê Ala, beriya niha ji aliyê saziyeke ewlehiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser ve hatibû binçavkirin û di wê demê de jiyana xwe ji dest dabû.
Ji bo diyarkirina şert û mercên vê sûcê, komîteyeke lêkolînê ya bêalî hat avakirin. Encamên lêkolînê wê di rojên pêş de bi awayekî şefaf bi raya giştî re werin parvekirin.
Her kesê ku destê wî di vê sûcê de hebe û berpirsyar be —têkilî, peywendî an jî meqamê wî çi dibe bila bibe— bêyî tu îstîsna û toleransê wê hesab bide. Em biryardariya xwe ya di vê mijarê de careke din dubare dikin. Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên rehmetî re dixwazin û soz didin ku edalet wê cihê xwe bibîne.”










