….
Çîroka 14 salan a Newroza Amedê
🔴 AMED (Nûpel) – Di 14 salên dawî de dirûşmeyên ku ji bo Newroza Amedê hatine hilbijartin, bû eynika rojeva siyaseta Kurd.
Li Bakurê Kurdistanê Newroz li sê pêvajoyê girîng belav dibe. Pêvajoya Çareseriyê (2013 – 2015), Pêvajoya Şer û tecrîdê (2016 – 2019) û Pêvajoya nû ya polîtîk (2020 – 2026). Weke navenda Newrozê jî Amed tê zanîn û girseya herî mezin li vir kom dibe.
Di navbera 2013 – 2026an de bi giştî dirûşmeyên ji bo Newrozê hatine hilbijartin atmosfera Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî şîrove dikin. Me li gorî vê di kîjan Newrozê de kîjan dirûşme hatine hilbijartin û bûyerên girîng ên rû dane berhev kir.
2013: Ji bo Ocalan Azadî, ji bo Kurdan Statû
Pêvajoya Çareseriyê bi awayeke fermî dawiya sala 2012yan de bi hevdîtinên Îmraliyê re dest pê kiribû. Newroza 2013yan qonaxa herî krîtîk a vê pêvajoyê bû.
Newroz, bi dirûşmeya ‘’Ji bo Ocalan Azadî, ji bo Kurdan Statû’’ hat pîroz kirin û li Amedê nêzîkî 2 milyon kes beşdarî Newrozê bûn.
Li Newroza Amedê, nameya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hate xwendin û banga vekişîna PKKê hate kirin û di nameyê de gotina derketî pêş ev bû: ‘’Bila çek bêdeng bin û siyaset biaxive.’’
2014: Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad
Pêvajoya çareseriyê berdewam dikir û di navbera Îmralî, hikûmeta Tirkiyê û şandeya Partiya Demokratîka a Gelan (HDP), de hevdîtin dihatin kirin. Di heman demê de 2013yan êrişên DAIŞê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribûn.
Newoza 2014an bi dirûşmeya ‘’Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’’ hat pîrozkirin. Li Amedê derdora milyonek kes beşdar bûn. Di Newrozê de piştevaniya gel a bo Rojava derket pêş.
2015: Çareseriya Demokratîk û Newroza Azadiyê
Newroza 2015an kêliya dawî ya ‘Pêvajoya Çareseriyê’ bû. 28ê Sibata 2015an Peymana Dolmabahçe ya di navbera Nûnerên Hikûmetê û HDPyê de pêkhatibû. Piştî peymanê 3 hefteyan Newroz hat pîroz kirin û derdora milyonek kesî beşdar bû. Di Newrozê Ocalan bang li PKKyê kir ku di Kongreyê de bicivin û pêvajoya bêçekbûnê nîqaş bikin.
Îlona 2024an DAIŞê bi ser Kobanî de girt û li Kurdistanê seferberî çêbû. Di Newrozê de jî piştevaniyeke girîng bo Kobanê çêbû.
2016: Ji Bo Azadiyê Newroza Berxwedanê
Di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015yan de tengezariya siyasî mezin bû. Piştî komkûjiya Surucê ya 20ê Tîrmehê û bûyera Ceylanpinarê ya 22yê Tîrmehê rû daye Tirkiyê 24ê Tîrmehê, li hemberî PKKê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Ev jî weke bidawîbûna pêvajoyê hat erêkirin.
Ji Îlona 2015yan heta Adara 2016yan bi dorê ve li navçeyê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê bi daxwaza ‘Rêveberiya Xweser’ şerê bajêr birêve çû.
Ji ber van bûyeran û bi hinceta ewlehiyê beşdarbûna Newroza 2016yan hat astengkirin. Li Amedê tenê derdora 300 hezar kes beşdarî Newroza bi dirûşmeya ‘Ji bo Azadiyê Newroza Berxwedanê’ hatiye lidarxistin bûn.
2017: Newroza Azadiyê li dijî Faşîzmê
Li Tirkiyê geşedanên Referandûm hebûn. HDP ku li dijî Referandûmê bû li dijî referandûmê dirûmeya Newrozê weke ‘Newroza Azadiyê li Dijî Faşîzmê’ ragihandibû.
Derdora 300 hezar kes beşdarî Newroza Amedê bûn.
Di Newroza 2017an de ciwanê bi navê Kemal Korkut ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Ji wê rojê ve bûye weke nîşane û her sal, di roja Newerozê de beriya bernameyê li cihê hatiye kuştin tê bibîranîn.
2018: Newroza Azadiyê û Netewa Demokratîk
Di Newroza 2018an de ku bi şiyara ‘Newroza Azadiyê û Netewa Demokratîk’ hat pîroz kirin de operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê di rojevê de bû. 300 hezar kes tevlî bûn û dirûşmeyên bo Efrînê hatin berzkirin.
2019: Em ê Tecrîdê Bişkînin û Biserbikevin
Parlamentera HDPê Leyla Guven, 7ê Hezîrana 2018an li dijî tecrîda li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan gireva birçîbûnê da destpêkirin. Bi hezaran girtiyên siyasî jî beşdarî girevê bûn.
Di newroza 2019an de gireva birçîbûnê berdewam bû û bi vê boneyê Newroz bi şiyara ‘Em ê tecrîdê bişkînin û biserbikevin’ hat lidarxistin. Derdora 400 hezar kes beşdar bûn.
2020: Newroz Nehat Pîroz Kirin
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Covid-19 belav û ji ber wê hemû çalakî hatin qedexekirin. Newroz jî betal bû lê herkes li malên xwe pîroz kirin û li ser medya civakî parvekirinan kirin. Şiyara Newrozê bû ‘Her cih Newroz.’
2021: Bi Agirê Newrozê Em Li Ber Xwe Bidin û Azad Bibin
Şewba covîd-19yê berdewam bû û ji ber vê sedemê bi awayeke sinordar beşdarbûn çêbû.
Dirûşmeya Newrozê weke ‘Bi Agirê Newrozê Em Li Ber Xwe Bidin û Azad Bibin’ hat diyar kirin û derdora 150 hezar kes beşdar bûn.
2022: Dem Dema Serkeftinê ye
Piştî şewba Covidê newroza yekem a mezin hat lidarxistin. Derdora 700 kes beşdarî Newroza Amedê bûn.
Şiyara Newrozê: ‘Dem Dema Serkeftinê ye’
2023: Her Der Newroz, Her Dem Azadî
Newroza di bin siya erdheja 6ê Sibata 2023yan de birêve çû. Piştî Newrozê hilbijartinên Serokkomariyê birêve diçûn ango girtina HDPyê jî dihat nîqaşkirin.
Dirûşmeya Newrozê weke ‘Her Der Newroz, Her Dem Azadî’ hat diyarkirin û derdora milyonekî kes beşdar bûn.
2024: Rabe! Dem Dema Azadî Yekitiyê ye
Di Newroza 2024an de bi dirûşmeya ‘Rabe! Dem Dema Azadî Yekitiyê ye’ banga yekitiya partiyên siyasî yên Kurdî hate kirin. Derdora 1 milyon kes beşdarî Newroza Amedê bûn.
2025: Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk
Di 1ê Cotmeha 2024an de Serokê MHPyê li parlamentoyê destê parlamenterên DEM Partiyê girt û bi vê re dûbare bi Îmraliyê re hevdîtin pêkhatin. Di Newroza 2025an de bal hat kişandina ser ‘pêvajoyê’ û bi dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’ Newroz hat pîroz kirin.
Navbera 500 – 1 milyon kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di asta navneteweyî de beşdarî çêbû.
2026: Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk
Di çarçoveya ‘Pêvajoya Aşitiyê’ de, ji aliyê PKKyê ve pêngavên girîng hatin avêtin. Di vê navberê de şer û pevçûnên li dijî Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin li ser pêvajoya Bakur jî kir. Lewra çar parçeyên Kurdsitanê bi gotina ‘Yeke Yeke, Yeke Kurdistan Yek e’ daketin kolanan û yekitiya xwe nîşandan. Her çiqasî behsa qelsî û nemana pêvajoyê hatibe kirîn jî di daxuyaniyê aliyan de hat gotin ku pêvajo berdewam e. Bi vê boneyê dirûşmeya Newrozê weke ‘Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk’ hat diyarkirin.









