Li Amedê Ji Bo Helbestvan Ehmed Huseynî Merasîma Şînê Tê Lidarixistin

AMED (Nûpel)– Navenda PENa Kurd û gelek saziyên çandî û hunerî yên li Amedê, ji bo koça dawî ya helbestvanê kurd ê navdar Ehmed Huseynî merasîmeke şînê li dar dixin.

Ehmed Huseynî, ku endamê Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG) ya Navenda PENa Kurd bû, li paytextê Swêdê, Stockholmê, ji ber nexweşiya penceşêra pişikê çû ser dilovaniya xwe. Ji bo bîranîna wî û parvekirina xema malbata wî, saziyên kurd li Amedê daxuyaniyek dan û gel vexwendin şînê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku windakirina Ehmed Huseynî ji bo wêje û çanda kurdî windahiyeke mezin e û bang li gel hat kirin ku li bîranîna wî xwedî derkevin.

Merasîm bi hevkariya van saziyên li jêr tê lidarxistin:

• PENa Kurd

• Komeleya Wêjekarên Kurd

• YEWKURD

• MED-DER

• Enstîtuya Kurdî ya Amedê

• Ma Muzîk

• Wêjageh

Agahiyên Merasîmê:

Merasîm dê du rojan berdewam bike û derî ji hemû hezkirî û dostên helbestvan re vekirî ne.

Dîrok: 12-13 Adar 2026

Saet: 10:00-17:00

Cih: Komeleya Wêjekarên Kurd

 

Van jî bibîne

 

Diyaloga di Navbera Wijdan û Desthilatê de: Sebastîan û Ezbeniyê Wî
Di Lîga Şampiyonan de Şeva Tofanê: Maçên Balkêş û Encamên Cuda

Nûçeyên Sereke