Balafirên Bombardimanê yên B-52 yên DYAyê Gihîştin Baregeha RAF Fairford a Îngilistanê

CîhanNûçe

🔴Hate ragihandin ku sê balafirên bombardimanê yên cureyê B-52 yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), gihîştine baregeha Fairfordê ya Hêzên Hewayî yên Keyatî (RAF) a li Îngilistanê.

Li gorî nûçeya BBCyê, balafirên bombardimanê yên DYAyê li baregeha RAF Fairford a li herêma Gloucestershire a Îngilistanê danîne. Hat diyarkirin ku ev balafir tevlî wesayîtên hewayî yên leşkerî yên DYAyê bûne; beriya wan di êvara 6’ê Adarê roja Înê de balafireke B-1 Lancer û di 7ê Adarê roja Şemiyê de jî du balafirên B-1 gihîştibûn heman baregehê.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di 72 saetên dawî de di çalakiyên hewayî yên baregeha RAF Fairfordê de zêdebûneke girîng çêbûye û DYAyê balafirên xwe yên bombardimanê yên giran li herêmê bi cih kirine. Balkêş e ku piştî destpêkirina êrîşên DYAyê yên li dijî Îranê, balafirên B-52 cara yekem e ku li Îngilistanê tên dîtin.

Baregeha RAF Fairford ku li ser sînorê Gloucestershire û Wiltshire ye, di raboriyê de jî ji aliyê DYAyê ve ji bo wezîfeyên bombardimanê yên giran û dûravêj dihat bikaranîn. Ev baregeh li Ewropayê yek ji kêm baregehan e ku xwedî sertîfîkaya bikaranîna balafirên wekî B-1, B-52 û B-2 ye.

Îngilistanê Destûr Da DYAyê ku Baregehên Wê Bikar Bîne

Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer, di destpêkê de destûr nedabû ku DYA di êrîşên bi Îsraîlê re li dijî Îranê pêk tîne de baregehên Îngilîz bikar bîne. Ev yek bibû sedema nakokiyê di navbera wî û Serokê DYAyê Donald Trump de.

Lê belê, Serokwezîr Starmer paşê di peyameke vîdyoyî de ragihand ku DYAyê ji bo lêdana depoyên fuzeyan ên Îranê daxwaza bikaranîna baregehên Îngilîz kiriye û wan ev daxwaz qebûl kiriye. Starmer diyar kir ku DYA dê baregehên wan ji bo “ji kokê ve îmhakirina” pergalên fuzeyan ên Îranê û “bi armanca parastinê ya taybet û sînordar” bikar bîne.

Hat ragihandin ku Îngilistanê destûr daye DYAyê ku Baregeha Diego Garcia ya li Okyanûsa Hindî û Baregeha RAF Fairford a li Îngilistanê bikar bîne.

Van jî bibîne

 

Gavên Dîrokî yên Rojhilat: Hevpeymaniya Partiyan li Ser Logo û Rêziknameyê Lihev Kir
Li Qamişloyê Mirina Biguman a Ciwanekî: Malbat îdîaya Îşkenceyê Dike

Nûçeyên Sereke