Bi Pênc Zaravayan Silava Newrozê: Berhema ‘Newroza Serfiraziyê’ Hat Weşandin

Çand û Huner

🔴AMED (Nûpel) – Bi nêzîkbûna Newroza 2026an re, di qada hunera Kurdî de xebateke nû û baldar hat weşandin. Berhema bi navê “Newroza Serfiraziyê”, ku bi kedeke hevpar hatî amadekirin, bi klîba xwe ya nû bicoş gihîşt ber destê guhdar û temaşevanan.

Kedeke Hevpar û Rihê Yekîtiyê

Ev xebata hunerî ku ruhê vejînê û daxwaza azadiyê ya Newrozê hildigire nava xwe, ji aliyê hunermendên nas ve hat afirandin. Nasnameya hunerî ya berhemê wiha ye:

Gotin: Heval Dilbihar

• Muzîk: Kemal Yıldırım

• Stranbêj: Komîna Hunermendên Wanê

Taybetmendiya Berhemê: Pênc Zarava

Yek ji aliyên herî girîng ên vê stranê ew e ku dîsgotana wê bi pênc zaravayên sereke yên zimanê Kurdî hatî strandin. Di berhemê de her wekî rengên Newrozê, dengên Kurmancî, Zazakî, Soranî, Kelhûrî û Hewramî gihîştine hev. Ev taybetmendî wekî peyameke xurt a yekîtiya çandî ya Kurdistanê tê nirxandin.

“Silavek Ji Bo Hemû Gelên Azadîparêz”

Di daxuyaniya ku ji bo weşandina klîbê hatî parvekirin de, hat destnîşankirin ku ev berhem ne tenê stranek e, lê di heman demê de peyameke pîrozkirinê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Newroz di serî de li neteweya Kurd û li hemû kes, kom, gel û neteweyên ku dildarê azadiyê ne, pîroz be!”

NEWROZA SERFIRAZIYÊ

Dest û zendên xwe badane

Agirekî sor dadane

(Ala azad’yê hildane)

Govenda xwe digerînin

Roja me hemû kurdan e

Newroz roja rizgariyê

Xeml û rewşa azadiyê

Li çar milên Kurdistanê

(Li her çar milên cîhanê)

Nîşana serfiraziyê

Newrozê tu xweş Newroz î

Tu ji bo me soz û doz î

Li ber bahoz û tofanan

(Agirê te gur û geş e)

Stargeha me ya pîroz î

Ruhê me yê neteweyî

Bi hezaran salan heyî

Heta ku yek ji me hebe

Tu her taca serê me yî

(Tu her agrê dilê me yî)

Çiya bi te serbilind in

Gund û bajar bi te rind in

Tu yî giyanê me kurdan

Em hene û dê her hebin

Newrozê tu xweş Newroz î

Tu ji bo me soz û doz î

Li ber bahoz û tofanan

(Agirê te gur û geş e)

Stargeha me ya ypîroz î

Kirmanckî (Zazakî)

Newroz ti çi weş Newroz î

Ti seba ma soz û doz î

Verba tîpî û tofonan

(Adirê to girr û xidar o)

Setara ma ya bimbarek î

Soranî

Newroz tu xoş Newroz î

Tu bo ême soz û doz î

Le ber bahoz û tofanan

(Agirit gurr û geş e)

Boman penagey pîroz î

Kelhûrî

Newrûzegem xweş Newrûz î

Ti hem peyman hemîş sûz î

Le niway her wahêllanê

(Agireged germ û gurr e)

Penagay berz û pîrûz î

Hewramî

Newroz to weş newroznî

Pey ême soz û doznî

Werû bahoz û demeyne

Killpew ayirî geşîtne

Peyma dalde û pîroznî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Van jî bibîne

 

Li Amedê di veguhestina giştî de dema nû: Protokol hat îmzekirin
Tirkiyeyê şeş balafirên şer ên F-16 û sîstema parastina hewayî li Bakurê Qibrisê bi cih kirin

Nûçeyên Sereke