Komeke girtiyan sibê tê berdan

Nûçe

🔴Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê, Mehmûd Xelîl ragihand ku di çarçoveya peymanên nû de, sibê komeke girtiyan dê serbest bê berdan.

Mehmûd Xelîl li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê dosyaya girtiyan û kesên bi zorê hatine koçberkirin de agahiyên girîng parve kirin. Xelîl destnîşan kir ku di mijara şopandina dosyayan de pêşketin hatine çêkirin û li ser avakirina komîteyeke hevbeş lihevhatin pêk hatiye.

Pêvajoya berdanê dest pê dike

Xelîl diyar kir ku wekî gava yekem a kordînasyonê, lîste û belgeyên girtiyan radestî “hikûmeta demkî” hatine kirin. Li gorî daxuyaniyê, amadekariyên dawî têne kirin û tê payîn ku sibê, yanî 10’ê Adara 2026’an, komeke girtiyan serbest bê berdan.

Hejmara girtiyan diyar bû

Mijara girtiyan beriya niha ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ve jî hatibû rojevê. Ebdî dabû xuyakirin ku:

Hejmara giştî ya girtiyên di destê komên girêdayî Hikûmeta Demkî de hezar û 70 kes in.

Di nav van girtiyan de hem leşker hem jî sivîl hene.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Tirkiyeyê şeş balafirên şer ên F-16 û sîstema parastina hewayî li Bakurê Qibrisê bi cih kirin
Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin

Nûçeyên Sereke