Cizîr wekî ‘Bajarê Jinan’ hate ragihandin

Jin

🔴Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de, navçe wekî “bajarê jinan” îlan kir û peyama “Heta jin azad nebe civak azad nabe” da.

Şaredariya Cizîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti), bi deklarasyonekê navçe wekî bajarê jinan îlan kir. Daxuyanî li Parka Birca Belek hat dayîn û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û gelek jin beşdar bûn. Li qada daxuyaniyê pankartên “Jin jiyan azadî” û “Ber bi bajarê jinan ve” hatin daliqandin. Berî daxuyaniyê jinan bi stranên Kurdî govend gerandin.

‘Sîstem ji têkoşîna jinê ditirse’

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir ku qeyûm li şûna wê hatibû wezifedar kirin, diyar kir ku bajarên jinan encama têkoşîna salan a tevgera jinên Kurd e û weha got: “Jin heta îro li dijî her cure êrişan ji bo nasnameya xwe li ber xwe dan. Îro em wekî şopdarên wê mîrasê polîtîkayên xwe ava dikin. Şaredariyên DEM Partiyê ji bo jinan gelek proje xistin meriyetê. Sîstem herî zêde ji jinê û têkoşîna jinê ditirse. Bi qeyûman xwestin destkeftiyên jinan bikin hedef, naxwestin polîtîkayên jinan pêş bikevin lê bi ser neketin.”

‘Me mirina li jinan dihat ferzkirin veguherand jiyanê’

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, bal kişand ser dîroka berxwedanê ya Cizîrê û got: “Di çîroka Mem û Zîn de şopên qedera Kurdan hene. Îro li Cizîrê jinên Kurd ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê têkoşînê didin. Me wekî jinên Kurd ew mirina ku li me dihat ferzkirin veguherand jiyanê. Ji Zînê heta Bêrîvanan, jinên Kurd têkoşîna xwe didomînin.”

‘Encama têkoşîna 50 salan e’

Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Canan Kebenç Özkan jî destnîşan kir ku ev îlan ne destpêkek e, encama têkoşîna 50 salan e: “Ji bo jin jiyaneke azad bijîn, divê bajar were azadkirin. Ji bo vê em deklarasyonê eşkere dikin. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dibêje; ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’. Avakirina bajarên azad berpirsiyariya me ye.”

‘Bajarê jinan ne tenê eleqeya xwe bi jinan re heye’

Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku Cizîr hem bajarê berxwedanê ye hem jî şahidê îxanetê ye: “Bajarê jinan tê wateya avakirina hişmendiyek nû. Ev bang ne tenê ji bo Tirkiyeyê ye, ji bo hemû Rojhilata Navîn fersendek e. Em jiyanek dixwazin ku tê de jin neyên qetilkirin û keda wan were dîtin. Şaredarî yên me bin, em ê rêveberiyê bi hev re bikin.”

‘Jin avakerên veguherîna civakî ne’

Piştî axaftinan, Hevşaredara Cizîrê Güler Yerbasan Tunç metna deklarasyonê xwend. Tunç diyar kir ku Cizîr navendeke entelektuel û wêjeyî ye û wiha got: “Jin li Cizîrê ne tenê di malê de, di qadan û serhildanan de jî pêşeng in. ‘Jin’ êdî ji hebûneke biyolojîk derketiye û bûye îradeya avaker a veguherîna civakî.”

Kar û xebatên ku dê werin kirin:

Güler Yerbasan Tunç xebatên ku dê di çarçoveya “Bajarê Jinan” de werin meşandin wiha rêz kirin:

Dîzayna Bajar: Bajarê ku bi aqilê mêr hatibû çêkirin, dê li gorî mafê bikaranîna jinan ji nû ve were sererast kirin.

Kurdî û Kolan: Li dijî çanda ku jinan ji kolan û ber deriyan dûr dixe, xebatên hişmendiyê werin kirin.

Atolyeyên Mêraniyê: Ji bo guhertina hişmendiya mêr û wekheviya zayendî perwerde werin dayîn.

Navenda Şêwirmendiyê: Navenda Şêwirmendiya Jinan a Bêrîvan Kutlu dê piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk bide jinan.

Tenduristî û Aborî: Navendên tenduristiyê û kursên pîşeyî ji bo îstîhdamkirina jinan werin vekirin.

Navendên Bîhnvedanê: Ji bo jinên ku ji gundan tên navendê, cihên bîhnvedanê werin avakirin.

Ekolojî: Li dijî talana xwezayê, xebatên darçandinê werin destpêkirin.

Ewlehî: Ji bo ewlehiya zarok û jinan li park û derdora dibistanan “bişkoja acîl” were bi cih kirin.

Çand û Huner: Festîvalên jinan werin organîzekirin.

Astengdar: Mekanîzmayên taybet (wergêrê zimanê nîşanê û psîkolog) ji bo jinên astengdar werin avakirin.

Ronahîkirin: Kolanên tarî yên ku jin xwe tê de ne ewle hîs dikin, werin ronahîkirin.

Spor: Ji bo jin û zarokan hewz û kompleksên sporê werin avakirin.

Daxuyanî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Çavkanî: JINNEWS

Van jî bibîne

 

Shanaz Ehmed: Kurdan bi Tenê Bihêlin, Em Ne Leşkerên bi Pere ne
Hevşaredaran di 8’ê Adarê de Kedkarên Tekstîlê bi Tenê Nehîştin

Nûçeyên Sereke