Li Hesekê û Kobanê lîsteya dawî ya endamên desteyên hilbijartinê hatin eşkerekirin

Nûçe

Lîsteyên dawî yên navên endamên Desteyên Hilbijartinê yên herêmên Hesekê û Kobanê hatin eşkerekirin. Partiyên Kurdî jî li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Beriya 2 rojan lîsteya pêşîn a endamên Desteya Hilbijartinên Meclîsa gel a Hesekê hat eşkerekirin.

Ev lîste ji bo erêkirinê li Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê hatin vegûheztin.

Ev gav, di çarçoveya xebatên temamkirina avakirina saziyên hilbijartinê de, pêk tê.

Îro lîste ji hêla Komîteyê ve hat lêkolînkirin û bi awayekî fermî hat erêkirin.

Li gorî wê, hejmara navan di Desteyên Hilbijartinê de, wiha dabeş dibin:

Hesekê 172, Dêrikê 104, Qamişlo 251, Kobanê 128.

Erka endamên Desteyên Hilbijartinê ew e ku endamên parlementoya Sûriyê di nav daîreya xwe ya hilbijartinê de destnîşan bikin.

Komîteyê, diyar kir ku ji îro û pê ve li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê serlêdanên namzetiyê ji bo hilbijartinên nerasterast ên “Meclîsa Gel” dest pê dikin.

Duh 24 partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, hejmara nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoya Sûriyê hatine diyarkirin, red kirin.

Partiyan gotin ku nufusa Kurdan ji sedî 20 e, lewma divê nûnerên wan ên li parlamentoyê jî 40 bin.

/çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Amed Mardin: Ji Polemîkeke Çandî Zêdetir: Şikestin, Bêhêvîtî û Lêgerîna Rêyekê di Nav Civaka Kurd de
Li dijî biryara Şamê çalakî tên lidarxistin

Nûçeyên Sereke