Hişyariya ji Baxçevanan re: Nexweşiya Beriyê ya Hêrûgê

NûçeXweza

NÛPEL – Pisporê çandiniyê û botanîkvanê navdarê kurd Dr.Mehmet Fırat di derbarê “Nexweşiya Beriyê yê Hêrûgê (Plum Pocket Disease)” de hişyariyek da û bal kişand ser awayên rûbirûbûna vê nexweşiyê (Taphrina pruni). Firat ragihand ku nexweşî ne ji ber vîrusan, lê ji ber fûngûsiya çêdibe û bi hêsanî dikare were kontrolkirin.

Nexweşiya Beriyê ya Hêrûgê ku di demsala biharê de di darên hêrûgê de tê dîtin, bûye sedema nîgeraniya baxçevanan. Fırat diyar dike ku ev nexweşî bi rêya kivarikê bi navê Taphrina pruni belav dibe û fêkiyên ciwan tûşî xwe dike.

“Fêkî Şiklê xwe Winda Dike”

Dr.Mehmet Fırat destnîşan kir ku nexweşî bandoreke rasterast li ser pêşketina fêkî dike û wiha got: “Di fêkiyên nexweş de pêşketina dendikan radiweste. Fêkî bi awayekî nenormal dirêj dibin û xuyangeke mîna fasûlye, qitik an jî xiyarên biçûk digirin. Her çend ji hêla zanistî ve ji bo mirov ne xeternak be jî, ji ber ku kalîteya fêkî têk diçe, xwarina wê nayê pêşniyarkirin.”

“Daran Nebirin, Tedbîran Bigirin”

Gelek baxçevan di rewşên nexweşiyê de difikirin ku darên xwe bibirin, lê Fırat vê yekê ne hewce dibîne. Ji bo kontrolkirina nexweşiyê ev gavên girîng pêşniyar kir:

Paqijkirin: Fêkiyên nexweş ên li ser darê û yên ketine erdê divê demildest bêne berhevkirin û ji baxçeyê dûr bêne avêtin.

Terişandin: Ji bo zêdekirina herikîna hewayê, şaxên ku nexweşî lê zêde ye divê bêne paqijkirin.

Dermanxwarin: Di payîzê de piştî weşandina pelan û di biharê de berî vebûna kulîlkan, sepandina dermanên fûngûsî yên sifirî, rêbazeke herî bandordar e.

Faktora Sereke: Şiliya Biharê

Dr.Mehmet Firat bal kişand ser wê yekê ku nexweşî ne tenê li darên lawaz, belkî li darên xurt jî çêdibe. Li gorî Fırat, sedema sereke ya nexweşiyê şiliya zêde û baranên biharê ne. Fûngûsî ku zivistanê li ser şaxan û di bin qalikê darê de xwe vedişêre, bi hatina biharê re sporan belav dike û bi kulîlkan ve dizeliqe.

Fırat di dawiya hişyariya xwe de tekez kir ku heke ev tedbîrên hêsan bêne girtin, nexweşî nayê dubarekirin û dar dikarin bi awayekî saxlem berhem bidin.

Van jî bibîne

 

Di Doza Şêx Seîd de biryar derket: Ji bo Ozdag cezayê pereyan
Bulent Tekin: 1984: Dîstopyaya ku li Ber Deriyê Me ye

Nûçeyên Sereke