DEM Partî: Bê qanûn pêvajo nayê mîsogerkirin

Nûçe

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bang li Meclîsa Tirkiyê kir ku ji bo pêvajoyê gavên qanûnî bi avêje.
Koçyîgît diyar kir ku bê çarçoveya qanûnî nepêkan e ku pêvajo bi awayekî mayinde û mîsoger pêşve biçe.

Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclîsa Tirkiyê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û bal kişand ser pêdiviya gavên qanûnî.

Koçyîgît got;

Bendewariya civakê ew e ku pêvajo bi çarçoveyek qanûnî bê mîsogerkirin.

Li gorî wê, qanûn dikare hem pêvajoyê biparêze û hem jî baweriya civakê xurt bike.

Wê anî ziman ku ji bo mayindebûna pêvajoyê û veguherîna wê ya civakî, rol û berpirsyariya Meclîsê girîng e.

DEM Partî bang li meclîsê kir: Berpirsyariya xwe pêk bînin

Serokwekîla DEM Partiyê bang li hemû partiyên siyasî û Serokê Meclîsê kir ku li gorî rapora hevpar a komîsyonê tevbigerin û di vê qonaxa dîrokî de berpirsiyariya xwe bicih bînin.

Her weke diyar kir ku bê çêkirina qanûnan nepêkan e pêvajo bi awayekî mîsoger pêşve biçe.

DEM Partî: Şert û mercên Ocalan divê bên başkirin

Koçyîgît herwiha diyar kir ku şert û mercên Rêbere PKK Abdullah Ocalan, wek muzakerevanê sereke yê pêvajoyê, hîn nehatiye başkirin û daxwaz kir ku ji bo pêşxistina pêvajoyê gavên berbiçav di vê warê de jî bên avêtin.

/Çawkani: Ronahi.TV/

Van jî bibîne

 

Alîgiran ala Amedsporê li ser pira Stenbolê daliqand
Şahiya “1mîn Hevdîtinên Peyasê” Hat Paşxistin

Nûçeyên Sereke