NÛPEL – Tîma surprîz a Kûpê Cîhanê Cabo Verde (Beravên Pozheşîn), vê carê di pêşbirka li hemberî Uruguayê de bi encama 2-2’yê xalekê girt. Di nava Uruguayê de golparêzê berê yê Galatasarayê Muslera cih girt û bi şaşiyeke mezin a di golê de bû sedema windakirina puanê.

Di Koma H ya Kûpê Cîhanê yê FIFA 2026’an de, Uruguay û Cabo Verde bi encama 2-2’yê xatirê hev xwestin. Cabo Verde ku di dîroka xwe de cara yekem e beşdarî turnuvayê dibe, piştî xala li hemberî Spanyayê, vê carê jî li hemberî Uruguayê puan girt û ji bo derbasbûna tûran avantajeke girîng bi dest xist.
Şaşiya mezin a Muslera
Cabo Verde her wiha yekem gola xwe ya di dîroka Kûpê Cîhanê de li hemberî Muslera tomar kir. Di deqîqeya 61’an de, dema ku Uruguay 2-1 pêş de bû, Muslera şaşiyeke mezin kir. Golparêzê Uruguayî ji bo girtina paseke paşverû ya parêzvanên xwe ji qeleya xwe derket, lê negihîşt topê. Helio Varela vê şaşiyê bêceza nehişt û top şand toran, bi vî awayî rewş anî 2-2’yê.
Misir li hemberî Zelandaya Nû dîsa vegeriya
Di hefteya duyemîn a Koma G de, Misirê bi serketineke balkêş Zelandaya Nû 3-1 têk bir û puanê xwe derxist 4’an. Zelandaya Nû bi vê têkçûnê re di komê de zehmetî kişand û tenê di 2 lîstikan de 1 puan girt.
Zelandaya Nû di deqîqeya 15’an de bi gola Finn Surman nîvê yekem 1-0 li pêş qedand. Lê Mısirê di nîvê duyemîn de bi performanseke bilind bersiv da. Golên ku serketin anîn ji bo Misirê di deqîqeya 58’an de Mostafa Zico, di deqîqeya 67’an de Muhammed Salah û di deqîqeya 82’yê de Trezeguet tomar kirin.
Piştî vê encamê, Misir di komê de bû xwediyê 4 puanan. Misir di lîstika xwe ya dawî ya komê de wê rûbirûyê Îranê bibe, Zelandaya Nû jî wê ji bo hêviyên xwe yên puanê li hemberî Belçîkayê têbikoşe.










