Tom Barrack û Serokwezîrê Iraqê Civiyan

Nûçe

NÛPEL – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê, Tom Barrack, bi Serokwezîrê Iraqê re civiya. Tê gotin ku di civînê de rêyên bihêzkirina hevkariyên navbera Iraq û Amerîkayê û dosyaya bêçekkirina koman hatine gotûbêjkirin. Her wiha Serokwezîrê Iraqê ji bo serdanekê vexwendin Amerîkayê.

Hevdîtinên Tom Barrack ên bi rayedarên Iraqê re berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, Barrack bi Serokwezîrê Iraqê re rûnişt. Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê derbarê naveroka civîna Serokwezîr Elî Falih Zeydî û Tom Barrack de daxuyaniyeke fermî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro Serokwezîrê Iraqê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Bexdayê civiyane. Hate destnîşankirin ku her du aliyan girêdayîbûna hikûmetên Iraq û Amerîkayê ya ji bo avakirina hevkariyeke stratejîk a dualî dubare kiriye.

Ji Bo Amerîkayê Hat Vexwendin

Li gorî daxuyaniyê, Barrack vexwendnameyeke Serokê Amerîkayê Donald Trump gihand Elî Zeydî da ku serdana Amerîkayê bike û got: “Qesra Spî di nîvê meha Tîrmehê de ji bo gotûbêjkirina paşeroja têkiliyên navbera her du welatan, pêşwaziyê li Zeydî dike.”

Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku di civînê de li ser nêrîna Iraqê ya bi armanca avakirina paşerojeke dûrî terorê gotûbêj hatine kirin. Ev yek jî bi rêya temamkirina tedbîrên sînordarkirina çekan (ku tenê di destê dewletê de bin) û hilweşandina komên çekdar ên li derveyî saziyên fermî pêkan e.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê Zeydî, li ser xwestek û israra hikûmetê ya ji bo berfirehkirina têkiliyên bazirganî û veberhênanê yên ligel Amerîkayê sekinî ye.

Li aliyê din, Tom Barrack pêşwazî li vê pêngavê kir û pesna gavên Iraqê da. Hate ragihandin ku di nav wan gavan de; temamkirina destûra karkirinê ya ji bo Starlinkê da ku xizmetguzariyên înternetê dabîn bike, û her wiha destpêkirina danûstandinan ligel kompanyaya Chevronê ji bo geşepêdana bîrên neftê yên Rojavayê Qurna-2 û Nasîriyeyê hene.

Di civînê de behsa destpêkirina çalakiyên kompanyayên Amerîkî yên ku di kerta enerjiyê de kardikin hate kirin. Her wiha behsa projeya nûjenkirina xeta boriyê ya Kerkûk-Banyasê û berfirehkirina hevkariyan di kerta elektrîkê de hate kirin ku di nav de projeya avakirina stasyoneke gerok a ji bo hawîrdekirina gaza xwezayî ya şile li Xor El-Zubeyrê jî heye.

Di dawiya civînê de, her du aliyan tekezî li ser giringiya piştgirîkirina Iraqeke yekgirtî, serwer, demokrat û federal a li ser bingeha saziyên destûrî kir.

Çavkanî: Rojnews

Van jî bibîne

 

Kûrsên avjenî û sporê yên Pêyasê dest pê dikin 
Sira ku bi Sedsalan e di Navbera Licê û Hênê de Nehatiyê Çareserkirin

Nûçeyên Sereke