🔴 Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, ragihand ku ew ê hebûna artêşa Îsraîlê ya li Libnanê berdewam bikin. Wezîrê Kerên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî jî, berpirsyariya aramî û ewlehiya li Libnanê avêt ser milê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Tevî peymana Amerîka û Îranê ku agirbest li hemû eniyan, tevî Libnanê, ragihandiye, hêzên Îsraîlê êrîşên xwe li ser gund û bajarokê başûrê Libnanê berdewam dikin.
Li gorî agahiyan, Îsraîlê êrîşên asmanî li bajarêkê Zoter Nebetiyê yê başûrê Libnanê pêk anîn û têde zirarên madî çêbûn.
Ev yek piştî ragihandina rêkeftinekê di navbera Îran û Amerîkayê de, pêk hat.
Di derbarê vê yekê de, Serokê Libnanê Joseph Awn, daxuyaniyeke da.
Awn hêviya bi dawîanîna li şer di peymana Amerîka û Îranê de anî ziman û got ku ewlehî û aramiya Libnanê beşek girîng, ji her hewldanek cidî ya ji bo bidawî anîna li şerê li herêmê ye.
Di derbarê hebûna hêzên Îsraîlê di nav axa Libnanê de, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku tevî hemû zextên heyî û yên pêşerojê jî, ew ê artêşa Îsraîlê ji Libnanê venekişîne û wiha got:
“Artêş dê li herêmên ewlehiyê yên Libnan, Sûriye û Xezeyê bimînin û venakişin.”
Di haman demê de, Katz da xuyakirin ku Serokwezîr Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi ziyaseteke zelal hebûna artêşa Îsraîlê li herêmên ku hatine desnîşan kirin heta demek nediyar ragiahndiya .
Her wiha hin agahî hatin belavkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di peywendiyeke telfonî de, ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re, gotiye ku ew hêzên Îsraîlê ji Libnanê venakişîne.
Li gorî raporên medyaya Îsraîlê, Tel Aviv xwe girêdayî xala têkildarî Libnanê ya di peymanê de nabîne.
Eraqçî: Dya berpirsyara kiryarên Îsraîlê yên li Libnanê ye
Piştî vê daxuyaniya Îsraîlê, Wezîrê Kerê Derve yê Îranê Abas Araqçî, perpirsiyariya aramî û ewlehiya li Libnanê avêt ser milê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û wiha got:
“Piştî lehvkirina di navbera me û Amerîkayê de, Amerîka berpirsiyar e li heber kiriyarên Îsralî li ser Libnanê”.
/Çawkani: nucetv.net/










