NÛPEL – Di Koma B ya Kûpaya Cîhanê ya 2026’an de, tîmên neteweyî yên Kanada û Bosna Hersekê rûbirûyî hev hatin. Maça ku li Stadyuma Torontoyê hat lîstin, bi wekheviya 1-1’ê bi dawî bû.
Di pêşbirkê de tîma Bosna Hersek, bi gola lîstikvanê xwe Jovo Lukic derbasî pêşiyê bû û encam kir 0-1. Piştî vê golê, zextên tîma Kanada zêde bûn. Di xuleka 76’an de Cyle Larin weke lîstikvanê êdek ket nav lîstikê û tenê du xulek şûnde, di xuleka 78’an de gola wekheviyê avêt.
Bi vê gola Larin, Kanada ji têkçûneke mezin rizgar bû. Di vê maça krîtîk de her du tîm her yek bi pûanke tenê ji qadê veqetiyan.










