Amedekariyên ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ Bi Dawî Bûn

Nûçe

NÛPEL – Amedekariyên “Konferansa di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîna Komara Demokratîk” a ku dê li Stenbolê di 13-14’ê Hezîranê de bê lidarxistin bi dawî bûn. Gelek nivîskar û rewşenbîr dê beşdarî konferansê bibin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), amedekariyên konferansa ku dê di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin bi dawî bûn. “Konferansa di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîna Komara Demokratîk” dê li Navenda Çandê ya Cem Karaca bi temaya “Di Sedsaliya Duyemîn de Paşerojeke Hevpar” bê lidarxistin.

Hate diyarkirin ku nêzî sed rojnamevanî navên xwe qeyd kirine (akredîte bûne) û gelek kes ji partiyên siyasî û tevgerên civakî hatine vexwendin.

Vexwendî

Vexwendiyên konferansê ji rewşenbîr û nivîskarên navdar pêk tên:

“Ahmet Turk, Ali Bayramoglu, Akın Birdal, Ayşegul Devecioglu, Çilem Kuçukkeleş, Diba Keskin, Dogu Ergil, Ender İmrek, Erdogan Aydın, Fadil Bedirhanoglu, Fatma Bostan Unsal, Fazil Husnu Erdem, Ferhat Kentel, Gultan Kişanak, İhsan Eliaçik, Julide Kural, Kuban Kural, Levent Koker, Mehmet Bekaroglu, Mesut Yegen, Nuray Turkmen, Pakrat Estukyan, Riza Turmen, Sureyya Karacabey, Şebnem Korur Fincanci, Şukru Aslan, Vahap Coşkun, Yakin Erturk, Zeynep Altiok.”

Bernameya 13’ê Hezîranê

Axaftvanên Destpêkê: Gultan Kışanak û Riza Turmen

Axaftvanê Vexwendî: Burhan Sonmez (Vekirina Pencereyekê Bo Paşerojê)

Civîna Yekemîn

Çîroka Damezrîner a Komarê: Derfet û Yên Dervemayî

Moderator: Levent Koker

Erdogan Aydin: Komareke Demokratîk Pêkan Bû?

Hulya Osmanagaoglu: Komar: Şoreşa Burjuwayê, Têkoşîna Çandî û Tevgera Femînîst

Namik Kemal Dinç: Kêşeya Sedsalî: Kurd di Navbera Îhya û Îmhayê de

Pakrat Estukyan: Di Avakirina Paşerojê de Raboriya ku Dide Fikirandin

Civîna Duyemîn

Tenêtiya Sedsalî: Neteweperestî, Bîr û Dabeşbûna Civakî

Moderator: Fatma Bostan Unsal

Bekir Agirdir: Gelo Em Dikarin Bêyî ku Guh Bidin Hev, bi Hev re Bijîn?

Ferhat Kentel: Di Heman Raboriyê de Lê di Cîhanên Cuda de: Bîra Dabeşbûnê û Nelihevkirinê

Noémi Lévy-Aksu: Hev rû bi rû bûn bi Raboriyê re: Vegotina Dîrokî û Yên Din ên Bîra Civakî

Serhun Al: Ji Asîmîlasyonê Ber Bi Entegrasyonê ve: Li Tirkiyeyeyê Hewldanên Hemwelatiya Berfireh û Nasnameya Neteweyî

Civîna Sêyemîn

Pirsgirêka Kurd: Sedsala Nû ya Pirsgirêka Sed Salî

Moderator: Dogu Ergil

Ali Bayramoglu: Pirsgirêka Kurd: Serdemeke Nû, Hevsengiyên Nû

Abbas Vali: Pirsgirêka Kurd, Ewlehiya Dewletê û Demokratîkbûna Pêvajoya Siyasî ya li Tirkiyeyê

Feyza Akınerdem: Vegotinên Nû Yên Pirsgirêka Kurd: Çîroka Jiyana bi Hev re Çawa Tê Avakirin?

Mesut Yegen: Ji bo Çareseriyeke Rastîn: Ji bo Her Kesî Komar, Ji bo Her Kesî Demokrasî

Veysi Aktaş: Di Çareseriya Pirsgirêka Kurd de Entegrasyona Demokratîk û Avakirina Pêkvejiyanê

Panel-Forum 1

Komara Kê, Paşerojeke Çawa?

Moderator: Nuray Turkmen

İrfan Çagatay: Li Perava Komarê: Tecrûbeya Lazan û Hemwelatiya Demokratîk

Ali Duran Topuz: Li Dijî Hêviya Demokratîk, Restorasyona Hegemonîk

Huda Kaya: Ji Dîroka Zulmê Ber Bi Hestiyariya Kozmîk ve: Komara Çêker

Levent Ayaşlioglu: Koçberbûna ji Warê Xwe, Pêkvejiyîn: Penaberî û Siyaseta Mafan

İhsan Eliaçık: Ji Peymana Medîneyê Ber bi Komara Demokratîk ve: Gelo Pêkvejiyan Pêkan e?

Bernameya 14’ê Hezîranê

Civîna Çaremîn

Ji Civakê Ber Bi Dewletê ve Derfetên Demokratîkbûnê

Moderator: Akin Birdal

Şukru Aslan: Tevna Civakî ya Piralî ya ku bi Siyaseta Yekperest a Komarê Hatiye Tepisandin

Rûşen Seydaoglu: Rola Avaker a Jinan di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de

Mehmet Bekaroglu: Neteweperestî, Welatparêzî yan Hemwelatî?

Ozgur Erol: Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Hiqûqî û Demokratîk

Civîna Pêncemîn

Civakîkirina Demokrasî û Aştiyê

Moderator: Şebnem Korur Fincanci

Ahmet Faruk Unsal: Di Pêkanîna Aştiya Civakî de Tecrûbeyên Salên 2013-2015 û 2024’an

Yüksel Genç: Zemîna Civakî ya Aştiyê: Siyasetên Bêewlehiyê û Avakirina Demokrasiyê bi Hev re

Cemal Salman: Ji Îdealê Ber bi Rastiyê ve di Sedsala Duyemîn de Komar û Elewî

Vahap Coşkun: Demokratîkkirin û Mutabeqata Civakî

Civîna Şeşemîn

Li Bin Heman Ezmanî: Pişgirî, Rêxistinbûn û Demokrasiya Beşdar

Moderator: Çilem Kuçukkeleş

Ahmet Turk: Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Xwecîhî Ber bi Komara Demokratîk ve

Arif Ali Cangi: Aştî bi Xwezayê re: Komara Demokratîk a Ekolojîk

Zulfiyet Yilmaz: Derfetên Beşdariya Demokratîk ji Xwecîhî Ber bi Navendê ve û Sînorên Hiqûqê

Bahadır Ozgur: Ked û Ekolojî: Ber bi Rêxistinbûneke Nû ve

Cuma Çiçek: Ji Bo Paşerojekê Eko-Herêm: Nenavendîbûn û Siyaseta Hevbirrînê

Panel-Forum 2

Komara Kê ye, Paşerojeke Çawa?

Moderator: Kuban Kural

Neslihan Acar: Karker Çawa ji Hemwelatiyê Hatin Derxistin?

Yildiz Tar: Tenêtiya Sedsalî: Azmûna Komarê ya bi Rastiya LGBTÎ+ re û di Sedsala Nû de Lêgerînên Çareseriyê

Diba Keskin: Di Paşerojeke Çawa de Komara Demokratîk çi Sozan Dide Jinên Dindar?

Ayşe Gul Altınay: Bi Pişgiriya Cîhanî Hûnandina Aştiyê

Mehmet Ugur Korkmaz: Gelo “Cumhur” Komarê ji Ciwanan re Dihêle?

Beşa Dawî: Parvekirina metna “Banga Demokratîk ji bo Sedsala Nû”

Çavkanî: AW

Van jî bibîne

 

‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’
Matematîkzanê ku Sê Kûpayên Dawî Rast Zanîbû, Favoriyê Xwe yê Nû Got

Nûçeyên Sereke