Li Frankfurtê panela ‘Di Diyasporayê de Koçberî, Jin û Jiyan’

JinNûçe

NÛPEL – Songul Omurcan û Seher Yegin ên ku di panela “Di Diyasporayê de Koçberî, Jin û Jiyan” a li Frankfurtê hat lidarxistin de axivîn, bal kişandin ser wê yekê ku koçberî ne tenê guhertina cih a mekanî ye, lê belê travmayeke wisa ye ku di nasname, ziman, çand û hafizayê de birînên kûr vedike.

16’emîn Festîvala Çanda Dersîmê ya Ewropayê ku li Rebstockpark a bajarê Frankfurt ê Almanyayê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Roja duyemîn a festîvalê bi panela jinan a bi sernavê “Di Diyasporayê de Koçberî, Jin û Jiyan” dest pê kir. Di panelê de aktîvîsta jin Songul Omurcan û nivîskar-aktîvîst Seher Yegin nêrînên xwe parve kirin, her weha moderatoriya panelê jî Hülya Şimşek kir.

“KOÇBERÎ TRAVMAYEK E KU DI RUHÊ MIROVAN DE BİRÎNÊN KÛR VEDIKE”

Songul Omurcan diyar kir ku koçberî ne tenê liv û tevgerek e ku di navbera welatan de çêdibe, lê her weha koçberiya navxweyî, sirgûn, tecrîd û her weha jicîhûdarkirina bi zorê jî di jiyana mirovan de şopên kûr dihêlin. Omurcan ji jiyana xwe mînak da û destnîşan kir ku dema piştî derketina ji girtîgehê vegeriyaye Bazarcixê (cihê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye) ax ramûsa ye, û diyar kir ku ev yek rasterast bi hesta aîdiyeta mirov ve girêdayî ye.

“ÎZOLASYON Û TECRÎD JÎ CUREYEKÎ KOÇBERIYÊ YE”

Omurcan bal kişand ser wê yekê ku îzolasyon û tecrîd jî cureyekî koçberiyê ye û destnîşan kir ku sirgûnkirina mirovan ji bo herêmên ku naxwazin û bi darê zorê xistina wan a ser rêyan, travmayeke mezin ava dike. Omurcan diyar kir ku pêvajoyên qirkirin û komkujiyan piranî bi koçberiyên bi darê zorê dest pê dikin û got ku koçberî encamên giran ên mîna tenêtî, biyanîbûn û windakirina nasnameyê bi xwe re tîne.

“BÊHNEK AN JÎ TAMEK DIKARE WELAT DI HAFIZAYA MIROV DE ZINDÎ BIKE”

Omurcan anî ziman ku nirxên ku mirovan diafirînin erdnîgarî, çand, ziman, bîranîn û hafizaya civakî ya ku tê de dijîn in, û destnîşan kir ku bi koçberiyê re ev girêdan tên qutkirin. Omurcan diyar kir ku tamek, bêhnek an jî xwarineke herêmî piştî bi salan dikare welat di hafizaya mirov de ji nû ve zindî bike û got ku hesreta koçberan a ji bo axa ku lê ji dayik bûne, çiya, çem û bîranînên zarokatiya wan tu carî winda nabe.

Omurcan da zanîn ku koçberî di ruh, cîhana ramanî û kesayetiya mirov de bandorên kûr dihêle û destnîşan kir ku bi taybetî koçberên nifşê yekem bi pirsgirêkên giran ên wekî nizanîna ziman, zehmetiyên aborî û biyaniyanasînê re rû bi rû dimînin û têdikoşin.

“YEK JI SEDEMÊN HERÎ GİRÎNG ÊN KOÇBERIYÊN BI DARÊ ZORÊ ŞER IN”

Omurcan diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên koçberiyên bi darê zorê şer in û got ku şer bi mîlyonan mirov ji cih û warên wan dike. Omurcan anî ziman ku beşek mezin ji koçberiyên li erdnîgariya Kurdistanê ji ber şer, pevçûn û polîtîkayên zextê pêk hatine û tekez kir ku her weha komkujî jî koçberiyê gur dikin.

Omurcan bi bîr xist ku di serî de komkujiyên Gurgum û Dersîmê, gelek bûyerên dîrokî bûne sedema koçberiyên komî û diyar kir ku ev pêvajo ne tenê cihên ku mirov lê dijîn, di heman demê de hafizaya wan a çandî û civakî jî dikin hedef. Omurcan got ku koçberî wekî birîneke kesane, di heman demê de birîneke civakî ye jî û ev travma bandora xwe di nav nifşan de didomînin.

“YEK JI BANDORÊN HERÎ GIRAN ÊN KOÇBERIYÊ LI SER MIROVAN TENÊTÎ YE”

Songul Omurcan diyar kir ku yek ji bandorên herî giran ên koçberiyê li ser mirovan tenêtî ye û bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî jin ji vê pêvajoyê zêdetir bandor dibin. Omurcan anî ziman ku jinên ku bi koçberiyê re ji torên pişgirtiyê dûr dikevin û ji hesta aîdiyetê diqetin, bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin û got ku ev yek bandoreke neyînî li tevlêbûna jinan a di jiyana civakî de jî dike.

Omurcan tekez kir ku jin di dirêjahiya dîrokê de xwedî zanîn û ezmûneke girîng in û got: “Zanîn û hişmendiya jinê her dem heye. Lêbelê koçberî, zext û travmayên ku hatine jiyîn dikarin cesareta wan bişkînin. Tevî vê yekê jî, dema ku rê li ber wan tê vekirin û derfet tê afirandin, em dibînin ku ew pêşengiya gelek xebatan dikin û di veguhertina civakî de rola girîng dileyizin.”

“PÊWÎST E EM KURMANCÎ ZINDÎ BIHÊLIN”

Omurcan diyar kir ku parastina ziman û çandê di pêvajoyên koçberiyê de hîn girîngtir dibe û got ku divê ziman zindî bê hîştin. Omurcan anî ziman ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de hilgirê nasname û hafizaya civakî ye û got: “Pêwîst e em Kurmancî zindî bihêlin. Zimanê me nasnameya me ye. Divê em zimanê xwe yê dayikê hînî zarokên xwe bikin.”

Omurcan diyar kir ku wekî kesek ku bi salan e di qadên cûda de têkoşînê dimeşîne, bandora ziman û çandê ya li ser mirovan ji nêz ve ditiye û tekez kir ku parastina zimanê dayikê ji bo xurtkirina girêdanên civakî û veguhastina nirxên çandî ji nifşên paşerojê re girîngiyeke jiyanî hildigire. Omurcan anî ziman ku li dijî qutbûnên ku koçberî ava dike, ziman, çand û pişgirtî yek ji qadên herî xurt ên berxwedanê ne.

“PÊVAJOYA KOÇBERÎ Û TRAVMAYÊ YA JINÊN DERSÎMÎ BI KOMKUJIYA 1938’AN DEST PÊ KIR”

Nivîskar-aktîvîst Seher Yegin diyar kir ku pêvajoya koçberî û travmayê ya ku jinên Dersîmî jiyane, bi Komkujiya Dersîmê ya sala 1938’an dest pê kiriye. Yegin anî ziman ku jin piştî komkujiyê neçar mane ku koçî bajarên cuda bikin û got ku li cihên ku çûne, parastina nasname û baweriyên wan pir zehmet bûye.

Yegin destnîşan kir ku pêvajoyên koçberiyê barên giran ên aborî jî bi xwe re tînin û diyar kir ku jin di qadên nû yên jiyanê de bi zehmetiyên piralî re rû bi rû mane. Yeğin got jinên ku ji bo parastina nasname, çand û baweriyên xwe têdikoşin, di heman demê de neçar mane ku bi pirsgirêkên aborî re jî rû bi rû bimînin.

“ZİMANÊ DAYİKÊ Û BAWERÎ DI NAV MALÊ DE HATIN ASÊKIRIN”

Yegin diyar kir ku di paşerojê de jinên Dersîmî zimanê xwe yê dayikê û baweriyên xwe piranî di nav hawirdora malê de zindî dihiştin, lê di qada giştî de ji derfeta ku xwe bi azadî îfade bikin bêpar hatine hîştin. Yegin anî ziman ku jin gava hewl didan nirxên xwe yên çandî û bawerî biparêzin, neçar mane ku jiyaneke veşartî bijîn.

Yegin bi bîr xist ku koçberiya Dersîmiyan a ber bi Ewropayê ve di salên 1970’yî de dest pê kiriye û got ku di salên 1980’yî de koçberiyên ku ji ber sedemên polîtîk pêk hatine zêde bûne. Yegin diyar kir ku koçberên ku di vê pêvajoyê de li Ewropayê bi cih bûne, bi zimanekî nû û çandeke nû re rû bi rû mane.

“LI EWROPAYÊ JÎ DI PARASTINA ZİMAN Û BAWERIYÊN XWE DE ZEHMETÎ KIŞANDIN”

Yegin tekez kir ku jiyana li Ewropayê jî ji gelek aliyan ve ne hêsan bû û diyar kir ku koçber di parastina zimanê dayikê û baweriyên xwe de bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû mane. Yegin destnîşan kir ku jinên ku hewl didan di hawirdoreke çandî ya cihê de jiyanekê ava bikin, hem di warê ziman hem jî di warê baweriyê de bi zextên giran ên asîmîlasyonê re rû bi rû mane.

Piştî pêşkêşiyan, jinên ku beşdarî panelê bûn bi kurtasî mafê axaftinê girtin û hest û ramanên xwe anîn ziman.

Paşê derbasî beşa pirs û bersivan hat kirin.

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Baroyên Bakurê Kurdistanê li dijî Rahmî Koç û Bînalî Yildirim gilî kirin
Koma Berxwedan bi misyona xwe ya dîrokî dîsa li ser dikê ye: Wê bibe navenda hilberînê

Nûçeyên Sereke