Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo hişê kolektîf û siyaseta azad mifte komûn e

JinNûçe

NÛPEL – Çigdem Kiliçgun Uçar di konferansa jinan a Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de axivî û got: “Tiştê ku em jê re dibêjin komün; tevgergerekirina hişê kolektîf, xebata kolektîf û siyaseta kolektîf e.”

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ve bi şiara “Bi Îradeya Jinê Ber bi Komünbûnê ve, Bi Rêveberiyên Herêmî re Civaka Azad Ava Dikin” hat organîzekirin, dest pê kir. Gelek jinên siyasetmedar beşdarî konferansa ku li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin bûn. Beriya konferansê jinan bi kiras û fistanên xwe govend girtin. Di konferansê de daxwazên dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Piştî axaftina vekirinê ya konferansê, sînevîzyona li ser duh û îroya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hat nîşandan.

Hevseroka Yekitiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anadolu (GABB) Neslihan Şedal diyar kir ku konferansa wan di pêvajoyeke dîrokî de pêk tê û ji ber vê yekê ev konferans pir girîng e.

Neslihan Şedal anî ziman ku di dîrokê de avakirin bi pêşengiya jinan pêk hatiye û wiha axivî: “Em wek her qadan, di qada rêveberiyên herêmî de jî di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de di nav civakê de hene. Em dibêjin bajarên azad tenê bi vê hişmendiyê dikarin pêk werin. Em ê jî bi vê baweriyê konferansa xwe li dar bixin.”

Şedal destnîşan kir ku ew ê di konferansê de pêvajoya rêveberiyên herêmî ya 2 salên dawî binirxînin û daxuyand ku ew ê li gorî pêvajoya banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xebateke komûnal bimeşînin. Neslihan Şedal daxwaz kir ku ev konferans bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan.

‘Girîngiya Têkoşîna Jinê’

Piştî wê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar axivî û got: “Rêveberiyên herêmî hemû rû bi rûyê tundiya mêr-dewletê dimînin. Gotina Birêz Ocalan a ji salên 90’î û vir ve ku dibêje ‘Heke pirsgirêka Kurd çareser bibe, em ê pirsgirêka demokrasiyê bi hev re çareser bikin’ û dîsa gotina wî ya ‘Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd girantir e’, nîşan dide ku têkoşîna jinê çiqas girîng e. Dîsa Birêz Ocalan gotibû, ‘Şaredarî tevgera guhertina cîhanê ye.’ Çima ev tenê got? Tiştê ku em jê re dibêjin rêveberiyên herêmî, di heman demê de zemîna destwerdanê ye li wan qadên ku dewletên netewe û desthilatdarî civakê tê de nedîtî û kole dikin. Em bi wan jinan re li vir in ku bi rêya rêveberiyên herêmî dikarin komara demokratîk û paşeroja azad ava bikin.”

‘Hevserokatî Demokratîkbûna Siyasetê ye’

Çigdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku ew bi pergalên mîna pergala hevserokatiyê re li dijî hişmendiya yekperest a dewlet-neteweyê têdikoşin û wiha pê de çû: “Hevserokatî tenê herêmdayîna kursiyekê ji bo jinan nîne. Hevserokatî demokratîkbûna siyasete ye. Di qada jiyanê de pêkanîna hişê piralî û demokratîk e li dijî hişê mêrsalar. Hevserokatî îro avakirina wê siyasete ye bi pêşengiya jinan, ku bi qeyûman û bi hincetên bêbingeh me dixe bin çemberê. Li Kurdistanê yek ji tundiyên herî mezin ku em pê re rû bi rû dimînin qeyûm e. Gelo rêveberiyên herêmî daxistina dewletê ya ji bo herêmê ye, an rêveberiyên herêmî xwe bi xwe birêvebirina herêmê ye? Hevoka krîtîk a li vir komûn e. Komûn di vê nasnameyê de tevgergerekirina hişê kolektîf, xebata kolektîf û siyaseta kolektîf e. Di serdema nû de yek ji gavên herî giring ku divê were avêtin, tevgerîna bi perspektîfa azadîxwaziya jinê ye. Birêz Ocalan dibêje, ‘Dîroka rastî ya jinan, dîroka komûnal a tevahiya civakê ye.’ Dema em li dîroka têkoşîna jinan dinêrin, tiştê herî bingehîn komûnalbûn e û avakirina vê yekê bi pêşengiya jinan e. Em wek jinên ku ji bin siya qeyûman bi eniyeke pak derketine, li hev civiyane. Nimûneyeke pir balkêş heye. Li Dersîmê qeyûmê bi navê Tuncay Sonel, bi dewletê re bûye fakarê vê yekê. Dema ku were gotin qeyûm çiye, ji niha û pê de em ê bêjin ku ew tevî astengkirina azadiya jinê ya bi doza Gulîstanê re, çetetiya mêran a di nava dewleta mêrsalar de ye.”

‘Yê ku herêma wî tune be, giştîya wî jî nabe’

Çigdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku qada herî zêde ku divê aştî tê de were parastin rêveberiyên herêmî ne û got: “Yê ku herêma wî tune be, giştîya wî jî nabe. Li Tirkiyeyê siyaset êdî bi polîtîkayên guncavî ruhê demê re rû bi rû maye. Ma em dikarin vê yekê ji azadiya jinên Kurd û ji azadiya tevgera Kurd cuda bigirin dest? Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava têkoşîneke pir xurt a jinê heye ku pêşengiyê ji cîhaneke nû re dike. Sêdarên li Îranê, êrîşên DAIŞ’ê yên li Rojava, hişmendiya serdest a mêr a li Tirkiyeyê; ev hemû ji bo rêgirîkirina li vê pergala ku jin dê pêşengiya wê bikin e.”

Bertek li dijî Rahmi Koç û Neweqeyê

Çigdem Kiliçgun Uçar bertek nîşandî gotinên xwediyê Koç Holdingê Rahmi Koç ku duh di vekirina nexweşxaneyekê de anîbû ziman û wiha got: “Rahmi Koç bi wê fîkrayê bi rastî behsa xwe kir. Hejariya mirov a ji ferset û zanyariyê nîşan dide ka em bi çi cûre pergalekê re rû bi rû ne. Em ê vê pergala mêr a ku çavên xwe biriye ser neweqeya jinan a 370 TL’yî jî biguherînin. Em ê biguherînin daku tu nifşên piştî me rû bi rûyê tu tundiyê nebin û em ê ji bo vê têbikoşin. Tiştê ku beriya me bi pergala hevserokatiyê û pergala zîperê (fermuar) hatibû kirin, îro dayîna soza bi hezaran jinên ku nikarin di nav me de bin e. Ev konferans yek ji wan konferansan e ku em ê soza xwe herî bi hêz bînin ziman. Ev têkoşîn li dijî hişê mêr, jiyandina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Li dijî herî koka fêlbazî û neheqiyê, têkoşîna ji herî herêmê ye. Em bi erkeke pir dîrokî re rû bi rû ne. Divê em banga 27’ê Sibatê bi ser bixînin û di cîhaneke bijî de têkoşîna ‘Jin, jiyan, azadî’ bimeşînin. Bila aştî û azadî bi xebat û keda me hemûyan bi hev re biqewime.”

Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Abdullah Ocalan: Mezinkirina lêgerîna yekitiyê berpirsyariya me hemûyan a hevpar e
Zehra Semo: Navên 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatin wergirtin

Nûçeyên Sereke