Li deverên bilind ên Colemêrgê bi helîna berfê re, jinan dest bi berhevkirina gihayê Siyabo kirin. Li Colemêrgê ku zivistan dijwar in û li hin deveran hîn jî bi metreyan berf heye, bi germbûna hewayê re xweza hêşîn bû û giha çêbûn.
Bi vê re jinan berê xwe dan zozanên Baleka Geliyê Korînê ku nêzîkî navenda Colemêrgê ye, da ku gihayên herî teze yên ku bi xwezayî li deverên çiyayî mezin dibin û di penîr û xwarinên herêmî de tên bikaranîn berhev bikin.
Ji gihayên herî zêde tên berhevkirin yek jê jî Siyabo ye. Jin serê sibê zû dest bi berhevkirina Siyabo dikin. Siyabo, gihayeke şîfayî ye û hema bêje di her xwarinên herêmî de tê bikaranîn. Ew ne tenê di xwarinan de tê bikaranîn, di heman demê de daxilî nava penîr û mast jî tê kirin.
JI BO SIYABOYÊ HILDIKIŞIN ÇIYAYAN
Zubeyde Aydin ku got ew gelekî tahbê dibînin û rêyên çiyayî yên dijwar derbas dikin da ku bigihîjin Siyaboyê, diyar kir ku ew danê sibê bi rê dikevin. Zubeyde Aydinê got: “Em bi peya hatin van çiyayan. Navê giyayê ku me berhev kir Siyabo ye, ew nebateke şîfayî ye. Em wê di hemû xwarinên xwe de û her wiha di penêr û mast de jî bi kar tînin. Tê gotin ku koka wê ji bo şekir baş e. Bê guman, hatina vir û berhevkirina Siyabo pir zehmet e, lê em ji bo nebateke wisa bi şîfa van çiyayan derbas dikin.”
Hazal Aydinê jî anî ziman ku ew dikarin rojane 40 kîlo giha berhev bikin û got: “Ez hema bêje her sal têm vir. Siyabo li 3 deverên vê herêmê tê dîtin. Siyabo nebateke derman e. Her sal bi sedan kes tên vir. Gelek kes wê dibin malê, gelekên din jî ji bo firotinê berhev dikin. Bê guman, gihîştina vir, derbasbûna van çiyayan û gihîştina siyabo pir dijwar e. Siyabo beşeke girîng a xwarinên me ye.”
Bedrettin Dayan diyar kir ku ew hem ji bo xwarinê û hem jî ji bo firotinê berhev dikin û got: “Her sal di vê dema salê de, ez têm vî geliyî, hem ji bo mala xwe û hem jî ji bo firotinê berhev dikim. Ji ber ku ew giyayekî bi şîfa ye, her kes dikire. Ew nebateke girîng e ji bo penîr.”
/Çawkani: Ajansa Mezopotamya/










