NÛPEL – Şandeya Îmralî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), ligel AKP’ê hat cem hev. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de reşnivîsa derbarê qanûna kok de ku wekî qanûna çerçove jî tê zanîn, hatiye nîqaşkirin.
Şandeya Îmralî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), li Meclisê ligel AKP’ê civiya. Agahî hatin girtin ku di hevdîtina ku li koma AKP’ê de hatî kirin de, reşnivîsa derbarê qanûna kok de ku wekî “qanûna çerçove” jî tê zanîn, hatiye nîqaşkirin. Li gorî agahiyên hatine girtin, di navbera rêveberên AKP’î û Şandeya Îmralî de reşnivîs hatiye nîqaşkirin û di encama nîqaşan de dê reşnivîs bête amadekirin.
Hat diyarkirin ku dê hevdîtinên Şandeya Îmralî yên derbarê reşnivîs û qanûna çerçove de berdewam bikin.
Çavkanî: MA










