NÛPEL – Gundê Kirxaliyê ya girêdayî navçeya Peyasê, bû mazûbanê hevdîtina yekemîn a “Hevdîtinên Peyasê ya 1’emîn” ku dê li gelek tax û gundan were lidarxistin.
Hevdîtin bi beşdariya Hevşaredarên Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, nûnerên Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê, endamên Meclisa Şaredariyê û alîkarên hevşaredaran pêk hat.
Di çarçoveya hevdîtinê de, Hevşaredar û heyeta bi wan re bi hev re pêşî serdana esnafan kirin û li pirsgirêk, pêşniyar û daxwazên wan guhdarî kirin. Paşê jî derbasî qada şahiyê bûn û bi gelê taxê re ketin nava têkiliyeke rasterast.
Di çalakiyên li qada şahiyê de, ji bo zarok û ciwanan xebatên spor û lîstikan, ji bo jinan atolye, kontrolên tenduristiyê yên giştî û ji bo kesên astengdar û extiyaran xizmetên lênihêrtina şexsî hatin pêşkêşkirin. Her wiha koma Ma Music jî atolyeyek taybet ji bo zarokan lidar xist û konserek balkêş da.
Hevdîtinên Peyasê ya 1’emîn ku bi armanca xurtkirina hevgirtin, jiyana hevpar û çanda çareserkirina pirsgirêkan bi hev re tên lidarxistin, wê di demsala havînê de li tax û gundên din ên navçeyê bidomin.











