Li Amedê Konsereke Dîrokî: Neviyên Şêx Seîd û Sey Rîza Hatin Gel Hev

AMED (Nûpel) – Li Amedê konsereke wisa hat lidarxistin ku dê demeke dirêj neyê jibîrkirin. Hunermendê navdar Mikail Aslan li Meydana Şêx Seîd neviyên her du pêşengên kurd, Şêx Seîd û Sey Rîza anîn cem hev û bi hezaran hezkiriyên muzîkê re hevdîtineke watedar pêk anî.

Konser ji aliyê Organîzasyona Sanatça û Şaredariya Sûrê ve bi awayekî hevpar hat organîzekirin û rastî eleqeyeke pir mezin hat.

Ji Hevserokan û Parlamenterê Bangên Yekîtiyê

Beriya ku hunermend derkeve ser dikê, Hevserokên Şaredariya Sûrê Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan xîtabî gel kirin û xêrhatina girseyê kirin. Piştî hevserokan, Parlamentera Amedê Halide Turkoglu jî axaftineke kurt kir; bal kişand ser giringiya rojê û yekîtiya çandî.

Bi Klamên Zazakî Coş Geş Bû

Piştî axaftinan, hunermendê dildarê muzîka kurdî Mikail Aslan derket ser dikê. Aslan bi klam û stranên xwe yên Zazakî (Kirmanckî) coşeke mezin da qadê. Beşdarên konserê bi yek dengî bi stranên hunermend re bûn yek. Dema Mikail Aslan strana hunermendê nemir Mihemed Şêxo ya bi navê “Eman Dilo” xwend, gelê li qadê bi yek dengî tevlî stranê bû. Hunermend Aslan di axaftina xwe de bal kişand ser Pîr Seyîd Riza û Şêx Seîdê Kal, destê xwe da ser dilê xwe û got: “Ew di dilê me de ne.”

Guhertina Dîrokî

Ev hevdîtina li Meydana Şêx Seîd, hem ji bo zindîkirina bîra dîrokî hem jî ji bo hembêzkirina çandî wekî gaveke pir giring hat nirxandin.

Konsera ku di nav atmosfereke tije hest û kelecan de derbas bû, bi gerandina xelekên mezin ên govendê bi dawî bû.

 

Van jî bibîne

 

Li Koyê 300 zarokan bi wênexêziyê Roja Cîhanî ya Zarokan pîroz kirin
CPT: Di 751 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de 22 kes hatin qetilkirin

Nûçeyên Sereke