🔴Li Enqereyê polîsan êrîşî bîranîna Ethem Sarisuluk ku di xwepêşandanên Berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin kirin. Polîsan rojnamevan Sema Bîngol a ku bîranîn dişopand binçav kir.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Enqereyê ji bo bîranina Ethem Sarisuluk ku di çalakiyên Berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin xwestin bernameya bîranînê li dar bixin. Girse li Guvenpark a navçeya Çankaya ya Enqereyê ku Etem Sarisuluk lê hatibû qetilkirin kom bû û xwest merasîma bîranînê li dar bixe. Polîsan girse dorpêç kir û nehişt girse ber bi Guvenparkê ve bimeşe. Polîsan bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol a ku bîranîn dişopand ji hêla polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin.
/ANF/










